Welatên Ewropayê, piştî bombardûmana Îsraîlê ya li ser Îranê ji bo kêmkirina rageşiyê banga xwe dewam dikin. Li gorî nûçeya AFPê di vê çarçoveyê de Wezîrên Karên Derve yên Almanya, Fransa û Kraliyeta Yekbûyî wê roja înê li Cenevreyê bi hempîşeyê xwe yê îranî re hevdîtinê bikin. Hat ragihandin ku şefa dîplomasiyê ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas jî wê tev li hevdîtinê bibe.
Îsraîlê 13ê hezîranê êrîşeke giran bir ser Îranê û li sedan navendên nukleerî û leşkerî xist, efserên payebilind û zanyarên nukleerî yên Îranê kuşt.
Spekulasyon zêde dibin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) wê yekser tev li vî şerî bibe. Donald Trump anî ziman ku ew destwedana leşkerî ya li bernameya nukleerî ya Tehranê nadin aliyekî.
Di daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê ya roja şemiyê de wiha hat gotin: “Her tim bi rengekî aşkere hat gotin ku divê destûr neyê dayin ku Îran bibe xwedî çeka nukleerî.”
Kaja Kallas got, ji bo Tehran nebe xwedî bombeya atomê divê rêya dîplomasiyê bê tercîhkirin.