23 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîrên dewleta tirk li Şamê ne!

Wezîrê Karên Derve yê dewleta tirk Hakan Fîdan û Wezîrê Parastina Mîllî Yaşar Guler li Şamê ne. Wezîrên dewleta tirk bi Wezîrê Karên Derve û yên Parastinê yên Şamê û serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ahmed El Şara re hevdîtinê dikin.

Li gorî agahiyan, Wezîrê Karên Derve yê tirk Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Mîllî Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li Şamê ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Esad Hasan Şeybanî, Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Kasra û serokê Îstîxbarata Giştî Huseyîn El Seleme ve li Balafirgeha Navneteweyî hatin pêşwazîkirin.

Di serdanê de wê rewşa giştî ya têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê yên piştî hilweşîna rejîma Esad bê nirxandin. Di rojeva hevdîtinan de pêvajoya bicihanîna peymana 10ê Adarê jî heye ku di navbera rêveberiya Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hat îmzekirin.

Ev serdan di demeke welê de tê kirin ku dewleta tirk bi hinceta ‘ewlekariya neteweyî’ gefên xwe yên li hemberî kurdan zêde kiriye.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Tirk di hevdîtinê de wê ‘rîskên ewlekariyê’ yên têkildarî Îsraîlê û tevlibûna Şamê ya li koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞê wê bêne nirxandin.