Wezîrê Maliyeyê yê Îsraîlê Bezalel Smotrich roja Sêşemê daxuyaniyek da û anî ziman ku piştî şerê navbera Îsraîl û Hamasê Şerîda Xezeyê wê bi temamî tine bibe.
Wezîr Smotrich li sempozyîmeke li Ofra ya li Şerîa Rojava ya di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye axivî û bersiv da pirsek li ser vîzyona têkildarî dema piştî şerê li Xezeyê.
Wezîr anî ziman ku piştî nifûsa Xezeyê ber bi başûr ve cih guhert, ‘Wê bi hejmarên zêde ber bi welatên sêyemîn ve biçin’.
Wezîr got, “Xeze wê bi temamî bibe xirbe. Şêniyên wê di çarçoveya Moragê de wê li başûr bi cih bibin û bi hejmareke zêde ber bi welatên sêyemîn ve biçin. Hamas wê êdî li Xezeyê nemîne. Ne ji aliyê leşkerî ne jî ji aliyê sivîl ve wê hebûna Hamasê nemîne. Li Şerîda Xezeyê qada mayî wê bê valakirin” û di nava çend mehan de wê “serketin” bê ragihandin.”