Wezîrê Edaletê yê Iraqê Xalid Şîwanî têkildarî nediyarkirina waliyê Kerkûkê axivî û wiha got, “Em Kurd li Kerkûkê xwedî piraniya endam û dengan in. Em dikarin waliyekî Kurd hilbijêrin. Lê PDK’ê ev yek asteng kir. Eger li Kerkûkê waliyekî Kurd hatibûya diyarkirin, ji sedî 50 ê polîtîkayên Erebkirina bajêr wê bihata astengkirin.”
Xalid Şîwanî anî ziman ku gelê Kurd niha tenê xwe diparêze û xelkê Kerkûkê berdêla şaşitiyên siyasî dide. Ji bo diyarkirina meqamên rêveberiyê yên bajarê Kerkûkê sibe saet di 13:00 de wê li avahiya Meclîsa Kerkûkê civîna destpêkê ya Meclîsa Giştî ya Bajêr a Kerkûkê pêk were.