9 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîra Almanyayê ji ber hedefgirtina kurdan bang li Tirkiyeyê kir

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, destnîşan kir ku Tirkiye hîn jî Kurdan dike hedef û got: “Kurd parçeyek koalisyona dijî DAIŞ’ê ne û çareseriyek ku Kurd jî di nav de, ji bo pêşeroja Suriyeyê girîng e.”

Meclisa Federal a Almanyayê bi mijara Suriyeyê civînek taybet çêkir. Di destpêka civînê de Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock axivî. Baerbock destnîşan kir ku divê li Suriyeyê di avakirina hikûmeta nû de hemû pêkhate cihê xwe bigirin.

‘Tirkiye hîn jî kurdan dike hedef’

Baerbock, bi taybetî jî bal kişand ser rewşa Kurdan, her wiha tehdîdên Dewleta Tirk û wiha axivî: “Almanya, gumanên ewlekariyê yên Tirkiyeyê fêm dike, lê hewldanên ku dixwazin van gumanan bi operasyonên leşkerî bidawî bike, wê aştî û aramiya li herêmê hîn zortir bike. Kurd hîn jî, ji aliyê Tirkiyeyê ve tên hedefgirtin. Kurdên li herêmê wekî Almanyayê parçeyek koalîsyona li dijî DAIŞ’ê ne. Lewma çareseriyek ku Kurd jî di nav de, ji bo pêşeroja Suriyeyê girîng e.”

Annalena Baerbock anî ziman ku ji bo ewlekariya wan a netewî jî girîng e ku hemû komên li Suriyeyê tev li pêvajoyê bên kirin û wiha got: “Ez ê ziyareta xwe ya ji bo Tirkiyeyê ku dê roja înê pêk were de, vê mijarê bi zelalî bînim ziman. Eger em berê xwe bidin aliyên cuda ez qet bawer nakim ku dê rêya aştiyê vebibe.”