12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîr sûc kiriye

Xizmên girtiyan di "Dengê Bidin Azadiyê" de li Wan û Edeneyê kom bûn û diyar kirin ku Wezîrê Dadê û Tenduristiyê sûc kirine.

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Wanê (TUHAY-DER) û xizmên girtiyan re, di çarçoveya çalakiya “Deng Bidin Azadiyê” li ber Rêxistina Navçeya Reya Armûşê daxuyanî da çapemeniyê. Malbatan pankarta “Deng bidin zindanan” hilgirtin. Hevserokê DBP’ê ya Wanê Harûn Okay, Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê û gelek kes beşdar bûn. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî amade bûn. Rêveberê DBP’ê Hasan Şahîn daxuyanî xwend.

‘Wezareta Dad û Tenduristiyê sûc dike’

Hasan Şahîn da zanîn ku li girtîgehên Tirkiyeyê mafê jiyan û tenduristiyê di bin xeteriyê de ye û diyar kir ku divê girtiyên nexweşên giran û zarokên li girtîgehan bên berdan. Hasan got, “Ji bo parastina mafên girtiyan ên tenduristî û jiyanê, bi mehan e bersiv ji daxwazên nexweşxane û muayeneyê re nayê dayîn. Wezareta Dad û Tenduristiyê re sûc dike. Berpirs AKP ye. Salê zêdetirî 100 girtî û mehkûm di şert û mercên girtîgehê de jiyana xwe ji dest didin.”

397 serlêdanên parêzeran bê encam ma

Hasan Şahîn bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku di şexsê Abdullah Ocalan de bêhiqûqiya mutleq bi awayekî bêhiqûqî dewam dike û got, “Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve herî dawî bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk hat, 397 jê parêzer û 177 jî malbat in, bi giştî 574 serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê dane. Di nava vê hefteyê de jî, daxwazên nû yên nêrîna parêzer û malbatê hatin eşkerekirin. Lê belê ev hemû serlêdan an bêbersiv hatin hiştin an jî bi ‘cezayên dîsîplînê’ bêyî hincetek diyarkirî hatin redkirin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

Edene 
Çalakiya xizmên girtiyan a Edeneyê ku bi dirûşma “Tecrîdê bi dawî bike” tê lidarxistin, hefteya 16’emîn li pey xwe hişt. Girseya ku li pêşiya avahiya AKP’a Edeneyê kom bûn, xwest bi lez tecrîda li Îmraliyê rakirin. Rêveberên HDK, Dayikên Aştiyê, DBP, DEM Partî, AATUHAY-DER, AYKAY-DER’ê tev li çalakiyê bûn. Polîsan dora girseyê dorpêç kir û xwest wan asteng bike. Lê malbatan çalakiya xwe berdewam kir.
Beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hilgirtin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr daxuyanî xwend. Aydemîr, diyar kir ku girtîgeh, eynika welatan e û zêdetirî 350 hezar kes girtî ne û bertek nîşanî girtin û binçavkirinên di demên dawî de ji ber govendên kurdî tên girtin da.
Aydemîr, anî ziman ku li Tirkiyeyê maf, hiqûq û edalet tune ye û got: “Li girtîgehan her cureyên zext û muameleyên xerab tên kirin. Di salên dawî de girtiyên li tîpên F, S û Y’yê dimînin, tên tecrîdkirin. Girtiyan di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û saetekê dibin hewadariyê. Em dibêjin êdî bes e. Lanet li vê bêedaletiya we, bêhiqûqtiya we be. Heta ku hûn wiha bikin dê berxwedana me jî bidome.”
Aydemîr, axaftina xwe wiha qedand: “Meseleya kurd, meseleya herî sereke ya Tirkiyeyê ye. Yek ji aktorê herî mezin ê çareseriya vê meseleyê jî birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Ocalan, li Girtîgeha Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Birêz Ocalan dibêje; werin em meseleya kurd bi rêya guftûgo û muzakereyan çareser bikin. Ev pirsgirêk dikare bi muxatabên wê re were çareserkirin. Bi rêbazên aştiyane û demokratîk dikare were çareserkirin. Dev ji vê polîtîkaya xwe ya neçareseriyê berdin. Dawî li van binpêkirinên li girtîgehan û sepanên dij-demokratîk bîni.”
Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê û çepikan bi dawî bû.