Wezîrê Tirk ê Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Bajarê Êlihê û Şaredariya Navçeya Xalfetiyê yên DEM Partiyê kirin. Polîsan di saetên serê sibehê de avahiya şaredariya Mêrdînê dorpêç kirin.
Biryara tayînkirina qeyûm ji Hevşaredar Ahmet Turk re hate ragihandin. Wezîr qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê jî qeyûmê kir. Polîsan avahiya şaredariyê dorpêçkirin.
Wezîr qeyûm tayînî Şaredariya Xelfetî ya Rihayê jî kir. Polîsan di saetên zû yên serê sibehê de avahiya şaredariyê dorpêçkirin. Hevşaredar Mehmet Karayilan binçav kirin.