Pêvajoya Îmraliyê ya jiyana min, derbarê rewşa parastina rewa de gelek wezîfeyan dide ser milê min û her kesê/î. Ji bo ku ev wezîfe rê li ber aştiyeke erênî û demokrasiya tam veke, mecbur e ku hêzên çekdar ên PKK’ê ji aliyê hejmar û kalîteyê de xurtir bibin.
Li gel destnîşankirina bêhiqûqiya darizandina Îmraliyê, bi dîtina min wê kêrhatî be ku hinek agahiyan bidim û nirxandinan bikim. Tev li hemû angaştên parêzerên xwe dibim ên ku diyar dikin ku xalên 2, 3, 5, 6, 7, 8, 9, 10, 13 û 14’emîn hatine binpêkirin. Parastinên ku di vê mijarê de kirine hem ji aliyê teknîka hiqûqê ve hem jî ji aliyê dewlemendiya naverokê ve ji bo min jî derbas dibin.
Ez ê bi giranî hewl bidim ku rastiyên di cewhera mijarê de ne, yên ne di cih de ne aşkere bikim. Tevî ku li giraveke xweser a ku li Tirkiyeyê yekane ye têm girtin û ev rewş ji bo min gelek giran e. Ji ber rabûna li ber şert û mercên girtîgehên Tîpa F ên li Tirkiyeyê, zêdeyî 50 girtî yan di dema serdegirtinê de yan jî di rojiya mirinê de şehîd bûn. Şert û mercên ku ez tê de me ji yên girtîgehên Tîpa Fyê gelek girantir in. Di rêvebernameya tu girtîgehekê de madeyek li ser van pêkanînan nîn e. Nêzîkatiya kêfî û ji bo girtî-hikumxwarekî taybet li min tê kirin. Kes nabîne ka çawa dijîm. Ji aliyê hêzên ewlekariya taybet ve ku hejmara wan timî diguhere û ne kêmî 20’an e, 24 saetan her tim bi kamera û bi çavan têm şopandin. Aşkere ye ku tenê bi rapora Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê ku saziyeke nêzîkî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye, dikare aşkere bike ka ev pêkanîn ji aliyê derûnî ve çiqas giran e. Dema ku rewşa hewa hinekî nebaş dibe, hevdîtina min a parêzeran a hefteyane, dibe du sê hefteyan carekê û tenê ji bo saetekê. Ancax piştî çend mehan dikarim birayekî xwe û du xwişkên xwe bibînim.
Ji ber cihên jê tên dûr in û xizan in, zehmet e ku hevdîtin ji vê zêdetir bê kirin. Alerjiyeke giran bi min re heye û şert û mercên heyî vê girantir dikin. Jixwe avhewaya deryayê tenduristiya min her tim tengav dike. Dema dawî serê her deqîqeyê neçar im aveke tîr a di qirika xwe de biavêjim. Bedena min li asta dawî ya berxwedêriyê ye. Xwarin bi şêweyê karavana ye. Ji bo tenduristiyê nikarim ji bo xwe tiştekî werbigirim. Tevî vê yekê hewl didim têkiliya xwe ya bi Fermandariya Giravê û rêveberiya girtîgehê re di nava pîvanên medenî de bimeşînim. Pirsgirêkên min ji ber wan nîn e. Statuya ku bi cih tê anîn, amûra herî mezin a zexta derûnî ye.
Xwestin gelê kurd bitirsînin
Van xalan zêde girîng nabînim û pêwîstiyê pê dibînim ku pergala lînca siyasî ku meseleya bingehîn e vebêjim. Dinyayê tev dît ku di dema dadgehê de kesên bi kincên sivîl û çapemeniyê atmosfereke lîncê kirin. Li salona dadgehê, ji bo rexneyeke biçûk jî lînc hat kirin. Eger tedbîrên taybet ên leşkeran nebûna, dê bi her awayî dînîtî bihata kirin. Çapemeniyê bi helwesta xwe ya terorê ya li derve re dixwest gelê kurd bişikîne, bitirsîne û ji dozê vegerîne. Xwestin ku me ji jiyanê poşman bikin. Di vê demê de bi sedan hogir û welatparêzan xwe şewitandin. Bi propagandaya ku digotin “teqez dê bê darvekirin” dixwestin hêviyan hemûyan bişikînin. Bi taybetî hewl didan ku min daxînin asta mirovekî erzan û biçûk bixînin. Bi karîkatur û şîroveyên ecêb dixwestin berxwedêriyê bişikînin. Sempatiyên herî biçûk ên dostaniyê bi tundiyê dihatin tepisandin. Armanca bingehîn a pergala zextê ew bû ku hişmendiya siyasî ya welatparêziya gel tune bikin û nîşan bidin ku dozeke wan nîn e. Gotina stranekê, xwendina helbestekê li ser min, têrê dikir ku di nava civakê de rê li ber lîncê veke. Du sê gotinên aştiyane yên ku hunermend Ahmet Kaya ji bo min got, têrê kir ku ji aliyê siyasî ve bê lînckirin. Êdî nema dikarîbû li Tirkiyeyê bimîne. Xayin hatibû îlankirin. Piştî demeke kurt nekarî xwe li vê êşê rabigire û li Ewropayê şehîd bû.
Hewldanên lihevkirina demokratik
Di encama hewldanên me yên lihevkirina demokratîk û aştiyane de, ev atmosfera şoven kêm be jî ji holê rabû. Civakê êdî nakokiyên xwe hê bi rasteqînî dît. Dît ku bi şerê taybet û aboriya rantê çi nelirêtî hatiye kirin û fêhm kir ku sedema rastî ya qeyrana giran siyaseta rantxur e. Li aliyê din, meqamên dewletê yên berpirsyar timî raporan didin û diyar dikin ku bi rêbaza klasîk a tunehesibandin û tunekirinê dewlet nikare xwe ji pirsgirêkan rizgar bike, pêwîstî bi jinûve avabûna demokratîk heye û reformên di vî warî de divê bên bicihanîn. PKK’ê fêhm kiriye ku rewşa xitimandî ya kardarî/pratîk û bîrdozî, bi nêzîkatiyên berê nikare ji holê bê rakirin û çareserî nikare bê afirandin. PKK jî ji aliyê xwe ve di gelek waran de xwe ji nû ve birêxistin dike.
Rewşa ne şer û ne jî aştiyê heye
Beşên civakê hemû pêdihesin ku rewşeke nû derdikeve holê û êşên vê yekê niha tê kişandin. A ku derbarê pirsgirêka kurd de diqewime, rewşa ‘ne şer ne jî aştî’, serdemeke rawestandina şer a li dor agirbestê ye. Alî kûr diponijin, hewl didin ku nêrîn û kiryarên herî guncav bibînin û li gor vê yekê polîtîkayê diyar bikin, xwe ji nû ve ava bikin. Civaka Tirkiyeyê jî bi temamî ketiye nava vê pêvajoyê. Hemû alî ji dîrokê heta serdema heyî û paşerojê, xwe bi rengekî piralî ji nû ve dinirxînin, hewl didin ku şert û mercên dinyayê, yên navxweyî û derve bi rasteqînî şîrove bikin, bername û bergehên nû peyda bikin.
Zagon û destûra bingehîn nû heye
Nûbûna jiyana siyasî ji aliyê gelekan ve tê qebûlkirin. Tevî ku ev yek pêkhatina çareseriyê mîsoger nake jî, ispat dike ku jiyan mîna berê nabe. Şêweyê jiyana ji niha û pê ve bi konsensuseke civakî ya bi nû ve girêdayî ye ku di serî de kurdan, cihêrengiyên nasname, bawerî û zayendê dixe nava çarçoveya xwe. Ji bo vê jî pêwîstî bi zagon û destûra bingehîn a nû heye.
Pêdivî bi guherînekê heye
Pirsgirêka şer û aştiyê ya Tirkiyeyê, ji pirsgirêka kurd jî wêdetir e. Hem xwedî paşerojeke demdirêj a dîrokî heye, hem jî nakokiyên 30 salên dawî yên civakî, olî û etnîkî ev rastî aşkere kirine. Bîrdozî û rêveberiya olîgarşîk a fermî ya komarê bi zext û zordariyê hewl da ku yekrengiyê li ser civakê ferz bike, lê ev bi ser nexist. Nakokî û şer ev hewldan têk bir. A ku pêwîstî pê heye, pêkhatina pergaleke destûrî ya dewlemend e ku ji pir reng û çandan pêk tê. Tirkiye, komara demokratîk û laîk a salên 2000’î neçar dimîne ku ji aliyê cewherî ve xwe ji nû ve birêxistin bike. Qet nebe pêwîstî bi veguherîneke bingehîn a heta salên 1920’î heye.
Jiyana li Îmraliyê
Pêvajoya jiyan-mirinê ya li Îmraliyê hebûna pêwîstiya veguherînê aşkere kir, hem jî rê û rêbazên pêkhatina çareseriyê destnîşan kir. Bêguman di vir de dilsoziya PKK’ê û gelê kurd a bi Rêbertî re xwedî rista bingehîn e. Kurd di dîrokê de yekem car li pêşberî komploya herî pêşketî ya derve û navxweyî ji hev belav nebûn, berevajî belavbûnê bêhtir xwelihevgirtin û helwesta lihevkirina demokratîk û aştiyê nîşan dan. Hêz û duristiya vê helwestê, dibe ku cara yekê bandor li delwetê û civakê kir û cesaret da wan ku ji bo aştiyê û lihevkirineke civakî ya nû gavê biavêjin.
Di asta herî bilind de nîqaş tên kirin ku peymana civakî ya ku kurd jî di nav de ne, dê rêbaza herî rast a yekîtiya dewletê û yekparebûna welêt be û ev nêzîkatî bi giranî erênî tê dîtin. A ku diqewime êşên jidayikbûnê ne. Lê belê ev nayê wê wateyê ku her tişt bi rengekî rast bi rê ve diçe. Hêzên şoven paşverû û xwecihî, bermahiyên siyasî yên berê û statukoyên burokatîk xwedî wê potansiyelê ne ku dikarin rê li ber teqînên nû vekin ku pêşî li her tiştî bigirin. Metirsiya teqîna civakî bi temamî ji rojevê derneketiye.
Divê hêza PKK’ê xurt bibe
Li ser vê bingehê, pêvajoya Îmraliyê ya jiyana min, derbarê rewşa parastina rewa de gelek wezîfeyan dide ser milê min û hemû kesan. Ji bo ku ev wezîfe rê li ber aştiyeke erênî û demokrasiya tam veke, mecbûre ku hêzên çekdar ên PKK’ê ji aliyê hejmar û kalîteyê de xurtir bibin. Ne tenê ji ber êrîşên hêzên li Tirkiyeyê yên aştiyê naxwazin, ev yek ji bo pûçkirina êrîşên paşverûyên li Rojhilata Navîn û li nava kurdan jî, mecbûrî ye. Ev nebe, aştî û demokrasî dê xeyalek be.
Girîngiya civaka sivîl
Xala duyemîn a girîng ew e, kurd xwe ji rewşa klasîk a civakî rizgar bikin, bibin xwedî civakeke sivîl a berfireh ku ber bi jorê ve piraniya civakê di nava xwe de vedihewîne. Bersiva ku gel bide jiyana min a li Îmraliyê, avakirina civaka sivîl a di vê çarçoveyê de ye. Ji bo gelê tirk ê bira û komên din ên çandî, çare avakirina civakên sivîl e. Yek ji projeyên bingehîn ên Tirkiyeyê afirandina civaka sivîl e û ev ne cihê nîqaşê ye. Heta ku civaka sivîl ava nebe, wê tiştekî xapînok be ku mirov li bendê bin ku jinûveavabûn bi dewleta klasîk bê kirin.
Jiholêrakirina ku ji min dest pê bike
Di têkoşîna xwe ya mirin-jiyanê ya li Îmraliyê de bi vê hişmendî û berpirsyariyê hewl didim ku vê yekê bikim. Ji bo kes û saziyên pêwendîdar tiştekî jiyanî ye ku fêhm bikin ka ev yek ji bo gelên me tê çi wateyê û baş analîz bikin.
Aştiyeke birûmet û çareseriyeke demokratîk a tekûz, xala bingehîn a tercîh û karê me ye. Divê hêza şerxwazan û çeteyan qet neyê jibîrkirin. Çarçoveyeke jiholêrakirinê ya ji min dest pê bike dê ji kurdan û gelên Tirkiyeyê bi deh hezaran kesan bikuje.
Girîng e ku bê zanîn, armanca bingehîn a hêzên navxweyî û derve yên ku komplo amade kirine ev e û divê qet neyê jibîrkirin ku di dem û cihên guncav de dê dest bi jiholêrakirineke wiha bikin. Şert e wek ku ev komkujî dê sibê pêk bê bi her awayî amadekariyên parastinê bên kirin. Aştiya birûmet a siberojê û ev nebe, şerê azadiyê yê birûmet ancax bi vî rengî dikare bi ser bê xistin.