Bi parçekirina Kurdistanê re ziman û wêjeya kurdan jî hat parçekirin. Polîtîkayên heyî yên ku hikumetên li çar parçeyên Kurdistanê dimeşînin tim ji bo tunekirina zimanê kurdî ne. Her çiqas ev polîtîka bên meşandin jî kurd nahêlin ku zimanê wan bê tunekirin û li hemberî van biryarên wan yên bişaftinê têdikoşin. Em li ser rewşa ziman û wêjeya kurdî ya li rojhilatê Kurdistanê bi mamosteyê kurdî yê zanîngeha Kurdistanê Doçent Dr. Bextyar Secadî re axivîn.
Tu dikarî di destpêkê de bi awayekî giştî behsa beşa ziman û wêjeya kurdî ya li rojhilatê Kurdistanê bikî?
Destpêkê ji bo vê hevdîtinê gelekî spasdar im. Gavên pêşî yên waneyên Ziman û Wêjeya Kurdî li zanîngehên Îranê ji sala 1972’an heya 1976’an diçe. Dr. Mihemedsidîq Muftîzade bi têkoşîna xwe li Zanîngeha Tehranê 2 waneyan vekir. Yek ji wan waneya kurdî ya seretayî di ya din de jî helbest û deqên wêjeyî dihatin dayîn. Mirov dikare van dersan wek destpêk bigire dest. Di salên 1999-2000’î de li Zanîngeha Kurdistanê me ji bo damezrandina beşa kurdî têkoşîn kir. Me di sala 2002’yan de bernameya beşa Ziman û Wêjeya Kurdî bi Dr. Necmedîn Cebarî re nivîsand. Cebarî zêdetir zehmetî bi amadekirina babetên peywendîdar ên bi ziman û wêjeya farisiyê re kişand. Bernameya me ji aliyê zanîngehê ve jî hat pesendkirin. Biryar wisa bû ku di payîza 2004’an de ev koma yekem a xwendekaran werbigirin. Gel bi coşeke mezin pêşwazî li beşê kir, lê ji nişkê ve ji derveyî parêzgehê biryar hat girtin ku pêşiya vê beşê were girtin û careke din behsa wê neyê kirin. Me 12 salan li hemberî vê biryarê xebatên xwe meşandin û me di sala 2015’an de 40 xwendekaran wekî xwendekarên yekemîn ên Ziman û Wêjeya Kurdî li zanîngeha Kurdistanê wergirt. Niha 160 xwendekarên me hene.
Bi avakirina beşa Ziman û Wêjeya Kurdî armanca we çi bû û we îsal derçûyên xwe yên sêyemîn da. Bi van derçûyiyan hûn çiqas gihîştin armancên xwe?
Nasnameya mirovan ji komek alî û rehan pêk tê ku ziman û wêje wekî layenên sereke tên zanîn. Ev beş bi mebesta girîngîdayîna nasnameya kurdî, vekolîn û lêkolîna li ser ziman û wêjeya kurdî hat damezirandin da ku nifşê ciwan li nasnameya xwe bizivirin. Di serî de 2 armancên me hebûn, yek hînkarî ya din jî lêkolîn bû. Armanca me ya hînkirinê pêk hat lê ya duyemîn ji ber ku beşa lîsansa bilind û doktorayê tune ye hê wekî em dixwazin nîne. Xebatên me hene ku em beşa lîsansa bilind û doktorayê vebikin. Di zanîngeha me de beşeke din heye ku li ser ziman û wêjeya kurdî lêkolînan dike û ew jî “Tiwêjîngeh” an “Enstîtûya Kurdistannasiyê” ye. Ev niha hevûdu temam dikin.
Ji bo dersên ziman û wêjeya kurdî di dibistanan de jî bên dayîn xebatên we hene?
Pêwendiya perwerdeya ziman bi du wezaretan re heye. Yek wezareta zanistê ye ya din jî wezareta perwerdeyê ye. Di xala yekemîn de pirsgirêkek tune ye. Ji ber ku bername, wane, pile û çavkaniyên beşa kurdî li ser malpera wezareta zanistê hene her zanîngeh dikare vê beşê vebike. Em dixwazin zanîngehên parêzgehên kurd akincîyên wek zanîngehên Urmiye, Mehabad, Kirmaşan û Îlam dest bi damezrandina beşê bikin. Her wiha li zanîngehên mezin ên wekî Elamê Tebatebayî û zanîngeha Şehîd Behêştiyê jî beşa kurdî vebibe. Di demekê de piraniya pirsgirêkên li wezareta zanistê hatine çareserkirin lê di wezareta perwerdeyê de pirsgirêk zêde ne. Bi wateyeke din li wezareta perwerdeyê bi awayekî fermî mafê xwendina bi zimanê zikmakî nayê pesendkirin.
Gelo bernameyeke we ya taybet ji bo derçûyiyên beşa kurdî heye? Hûn dikarin projeyekê çêbikin ku xwendekar, derçûyî û mamosteyên beşa kurdî hevkariyê bikin û li ser valahiyên di nav ziman û wêjeya kurdî de bixebitin?
Niha hevkariya baştirîn ew e ku xwendekar xwendinên xwe bidomînin. Di hemû zanîngehan de dema ku xwendekar qonaxa lîsansê derbas dikin û lîsansa bilind û doktorayê dixwînin dikarin baştir hevkariyê bi me re bikin. Her çiqasî xwendekar, lêkolîner û mamoste bi şêweyên ciyawaz li ser hin proje, werger û pirtûkan bi hev re bixebitin jî ev têrê nake. Ji bo niha rêya domandina hevkariya beşê ew e ku xwendekar di beşeke peywendîdar a din de mastirê bixwînin. Peywendiya me ji bo mastirê bi beşên din ên wek zimannasî yên farisî hilbijartinê re hene. Em ji wan re dibêjin bila teza we girêdayî ziman û wêjeya kurdî wek wêjeya berawirdî binivîsin.
Qasî tê zanîn di yasayên Îranê de zimanê kurdî tê qebûlkirin lê di meriyetê de ev rewş çawa ye, polîtîkayên dewletê li dijî axaftin, nivîsandin û perwedeya bi ziman çi ne?
Di madeya 15’emîn a yasaya Îranê de tê diyarkirin ku li seranserê Îranê hewce ye her ziman li xwendingehan were dayîn û di rojname, kovar, medya dijîtal, pirtûk û ragihandinê de bê bikaranîn. Ev yasaya bingehîn a Îranê ye. Lê ev made nayê pêk anîn. Li gor vê yasayê ziman û wêjeye kurdî di hemû xwendingehên Kurdistanê de ji destpêka dibistanê heya zanîngehê ji aliyê dewletê ve were sazkirin, bûdce û mamoste ji bo dersên kurdî bên diyarkirin. Mixabin hikûmetên ku tên çi yên rastgir, çi yên çepgir, çi guherînxwaz û çi jî bingehînxwaz her yek ji wan bi şêweyeke ciyawaz xwe ji ber vê erk û berpirsiyariyê vedidizin. Di propagandayên hilbijartinan de hemû berbijêr bi awayekî hemasî behsa vî mafî dikin û li xweşa gel jî diçe. Lê dema li ser kursiyê desthilatdariyê rûdinên heya hilbijartineke din vê mijarê ji bîr dikin. Ya ku em dixwazin daxwazeke yasayî, dînî, şeriî ye û divê bi cih bibe. Divê hikumet bi awayekî lez têbikoşe. Em hêvî dikin ku desthilatdarên Îranê berê xwe bidine yasayê û bi pişt guh nekin.
Li rojhilatê Kurdistanê di navbera nivîskar û zimanhezên kurd de xebatên hevpar çêdibin an na? Têkiliyên we bi kurdên parçeyên din re hene?
Bêguman di dîrokê de bi taybet di sedsala borî de gelek hewl û têkoşîn ji aliyê ronakbîr, nivîskar, rojnamevan, wergêr û helbestvanan ve ji bo vejîn û pêşveçûna ziman, edeb û çanda kurdî hatine kirin. Ev jî cihê kêfxweşiyê ye. Ji ber ku nasnameya çandî ji bo me gelekî girîng e lê ya rast gelek beşên wan karan di nav desteya gotarên ronakbîriyê de cih digirin. Ji ber ku li zanîngehê em di nav gotareke zanistî de ne piraniyên peywendiyên me bi şêweyên akademîk in. Wek mînak li gel zanîngehên başûrê Kurdistanê û hin zanîngehên Bakûr re pêwendiyên me wekî konferans an wekî hevkarî ji bo lêkolîna kovar û rojnameyan hene. Niha ji ber ku pêwendî rehettir û xwerûtir in hevkariyên baştir çêdibin. Wek mînak ez endamê desteya nivîskarên çend kovaran im. Her wiha mamosteyên ji Bakur û Başûr endamên kovarên me ne. Ev pêwendî baş in lê divê çêtir, xurtir û bierktir bin û projeyên hevbeş ên zanistê zêdetir bên çêkirin. Me du sê heb konfransên hevbeş di navbera zanîngeha xwe û zanîngehên din de bi şêweyeke serkeftî bi rê ve bir lê ji ber pandemiyê gelek bernameyên me çênebûn. Em hêvîdar in ku çalakiyên girêdayî ziman, wêje û çanda kurdî zêdetir pêş ve biçin û divê dewletên Îran û Tirkiyeyê wekî derfet û tiştekî qenc li van çalakiyan mêze bikin, ne wekî gefan.
Hikûmeta tirk li bajarên bakurê Kurdistanê beşa ziman û wêjeya kurdî di sala 2011’an de vekir lê hê jî ew xwendekarên ku zanîngehê qedandine nikarin di dibistanan de perwerdeyê bidin. Rewş li rojhilatê Kurdistanê di kîjan astê daye?
Rewşa derçûyiyên beşên Kurdî li gel me jî bi heman awayî ne. Lê li vir merc hinekî ji ya Tirkiyeyê çêtir e. Wek mînak li Îranê hejmara rojname, kovar, navend û televîzyonan ên îdare û rêxistinan baştir in. Lewma derfeta kar ya derçûyên li vir zêdetir e. Beşa ziman ya li zanîngehê pêngaveke baş e, divê pêşve biçe û piştgiriya wê bê kirin. Em wek mamosteyên zanîngehê me bi têkoşîna xwe beşa Ziman û Wêjeya Kurdî anî qada zanistî ya zanîngehê. Divê mamosteyên kurd ên perwerdeyê jî bi rêya têkoşînê ziman û wêjeya kurdî bikin xwendingehan. Diyar e êdî ew qonax girêdayî me ye, li ser wezareta perwerdeyê nîne.
Di axaftineke xwe de tu dibêjî “Em kurdên li rojhilatê Kurdistanê çavkaniyên xwe yên dersdayînê bi xwe amade dikin.” Tu parçeyên din di vê mijarê de çawa dinirxînî? Pêşniyazên te ji bo wan çi ne?
Di beşa me de nêzîkî 140 yekeyên dersî hene û di çarçoweya 40 waneyan de tên xwendin. Bi mijarên ciyawaz wek rênivîs, dengnasî, hevoksazî û rêzimanê dest pê dike û bi zimannasî, seretayên zimannasiyê, zimannasiya civakî û di beşa wêjeyê de digihêje tekstên edebî yên ciyawaz ên zaravayên kurdî. wêjeya kurmancî, soranî û goranî, edeba nûjen, roman, edeba berawirdê, rexneya edebî û wergera bi kurdî. Niha li zanîngeha me komek pirtûk bi zimanê kurdî ji bo beşa kurdî çap bûne û dê hin pirtûkên din jî bên çapkirin. Çavkaniyên ku li Bakur û Başûr tên bikaranîn her çiqas bi hewl û kedeke giranbiha hatibin amadekirin jî tê de kêmasî û cihên rexneyê gelek in. Ev xalên lawaz ku di çavkaniyên wan de hene di yê me de kêmtir xwe nîşan didin. Em dizanin ku tim riwangeheka me ya rexnegirane li hemberî ew gotar û pirtûkên ku li ser vê babetê hatibin nivîsînê. Rexne ji bo pêşveçûn, ast bilindkirinê xwediyê roleke girîng e.
Weke tê zanîn di kurdî de zaravayên ji hev cudatir hene ji bo her kurd bikaribe hemû zaravayan biaxive di pêşerojê de xebatên we hene?
Zimanê kurdî ji aliyê zaravayan ve zimanekî gelekî dewlemend e û kêm ziman di dinyayê de hene. Li gorî min hemû devok û zaravayên kurdî bên parastîn. Ev mîrata çanda me ye, xezîneyeke mezin û giranbiha ye. Ji bo dewlemendiya zimanê me bê parastin divê ji çar parçeyên Kurdistanê kurd werin gel hev û lêkolîngehekê ava bikin, li ser ziman lêkolîn û arşîvan çêbikin. Ji bo hemû kurdan tiştekî pir baş e ku bi hemû zaravayan bizanibin lê mixabin niha ev ne pêkan e. Ji bo dewlemendiya zimanê me winda nebe me bi hewramî, erdelanî û leylexî jî tekstên xwe ji wezareta perwerdeyê re şand. Hêvîdar im ku karên wiha berdewam bin.
Doçent Bextyar Secadî kî ye?
Doçent Dr. Bextyar Secadî di sala 1976’an de li rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sine hat dinê. Wî lisans û lîsansa bilind li zanîngeha Tahranê li ser wêjeya îngilîzî qedandiye û li ser wêjeya îngilîzî doktora li Brîtanyayê û li Zanîngeha Pûna doktora li ser felsefeya rojava qedand. Rexnegir û lêkolîner e. Çend pirtûkên wî bi zimanê kurdî, îngilîzî û farisî hatine çapkirin. Her wiha niha endamê koma zanîstî ya kurdî ye û li Zanîngeha Kurdisatê mamosteyê beşa îngilîzî ye.