Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê bersiva nameya Komîteya Karên Derve ya Meclîsa Gel a Kurd a der barê biryarên 12emîn kongreya PKKê ya di 12ê gulanê de hatibû ragihandin, bi daxuyaniyekê bersivand. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser têkiliyên stratejîk ên Brîtanya û Tirkiyeyê û hat diyarkirin ku ew geşedanên piştî daxuyaniya 12ê gulanê ya PKKê ji nêz ve dişopînin û got: “Biryara PKKê ya ji bo çekdanîn û xwefesixkirinê ji bo aştî û ewlehiya herêmê gaveke girîng e. Brîtanya ji bo xebatên kêmkirina pevçûnan û pêşxistina îstiqrara herêmê piştgiriyê dide van hewldanan.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di hevdîtinên vê dawiyê yên wezîrên Brîtanya û rayedarên Tirkiyê de, gelek mijarên cuda ku di nav wan de biryara fesixkirina PKKê hatiye destgirtin jî hene.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de hat ragihandin ku, dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryara daraza tirk e û got ku cezayên takekesî di çarçoveya hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê de tên nirxandin.
Di daxuyaniyê de li ser mijara tayînkirina qeyûman ji bo rêveberiyên herêmî jî hat sekinandin û ev tişt hat got: “Tayînkirina qeyûman ji bo rêveberiyên herêmî pratîkeke îdarî ye ku bi teqdîra Hikûmeta Komara Tirkiyeyê ye. Lê weke Brîtanyayê em li bendê ne ku hemû pêvajoyên darazê yên têkildarî nûnerên herêmî yên hilbijartî bi awayekî adil, şefaf û li gorî hiqûqê bên meşandin.”
Daxuyanî fikaran dide avakirin
Endamê Komîteya Karên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd Egît Karataş, ragihand ku wan piştî kongreya PKKê yekser nameyeke kodkirî ji Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê re şandine û got: “Di vê nameyê de me pirs kir ku Brîtanya di derbasbûna ji şerê çekdarî ber bi têkoşîneke demokratîk, siyasî û hiqûqî ve wê çi helwest nîşan bide. Herwiha me li ser mijarên wekî ‘Mafê Hêviyê’ û qeyûmên tên tayînkirin jî pirs kirin.”
Egît Karataş, anî ziman ku bersiva ji Brîtanyayê hatiye mirovan matmayî nake, lê fikaran çêdike û wiha domand: “Hikûmeta Brîtanyayê diyar kir ku Tirkiye hevalbendeke stratejîk a NATOyê ye û hewldanên nû yên PKKê dikare tevkariyê li aştiya herêmê bike. Lê belê rewşa Abdullah Ocalan weke ‘meseleyek navxweyî ya daraza Tirkiyeyê’ hat binavkirin. Di rastiyê de ev gotin nîşana rastiyekî ne; azadiya Abdullah Ocalan ji nû ve nirxandina mekanîzmayên darazê yên Tirkiyeyê û pêkanîna ‘mafê hêviyê’ di hiqûqa navneteweyî de hewce dike.”
Egît Karataş, destnîşan kir ku dabînkirina hawirdoreke ku Abdullah Ocalan di nava şert û mercên azad de bijî, ji bo gelên Tirkiye û herêmê mifteya pêvajoya çareseriyê ye. Karataş, da zanîn ku kampanyayên ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Brîtanyayê tên meşandin, rastî eleqeyek mezin tê û wiha domand: “Erka herî bingehîn a îro dikeve ser milê gelê kurd û dostên wan, bi temamî xwedî li vê pêvajoyê derketin û seferberkirina mekanîzmayên heyî yên siyasî, civakî û hiqûqî ye.”
Egît Karataş, bang li civaka navneteweyî jî kir ku piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriya demokratîk.