12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Westrheim: Divê zext li ser Tirkiyeyê werin kirin

Prof. Kariane Westrheim ku yek ji 69 akademîsyenan e yên li dijî îşkenceya li Îmraliyê name ji saziyên navneteweyî re şandine, got “Zext çi qasî li ser Tirkiyeyê bên zêdekirin, dê ew qasî bi bandor bin.”

69 xelatgirên Nobelê di 26’ê Tîrmeha 2024’an de ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re name nivîsandin ku ji bo parastina mafên Rêber Abdullah Ocalan peywirên xwe bi cih bînin.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û DMME’yê bersiv da nameya Prof. Dr. Kariane Westrheim a ji Zanîngeha Bergenê. Westrheim name li ser navê 69 xelatgirên Nobelê nivîsandibû.

Prof. Dr. Kariane Westrheim bersiva DMME’yê û ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji ANHA’yê re nirxandin.

‘Her çend bersiv ne zelal be jî erênî ye’

Kariane Westrheim bersiva DMME’yê ya ji bo nameyê wek “pêşketineke pir kêm” pênase kir û got: “Bersiva DMME’yê bi rêya karmendê tomarkirinê û li ser navê serok bersiv hat. Her çend bersiv kurt û ne zelal be jî, bi xwe pozîtîf e. Aşkera ye ku wan peyama bingehîn a nameyê wergirtiye, yanî ji bo birêz Abdullah Ocalan şert û mercên din ên xizmetê biafirînin û azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin. Bersiv bi spasîya ji bo agahdarkirinê û ji bo nîşandana perspektîfên xelatgirên Nobelê bi dawî dibe. Ji vê wêdetir, soza tu tiştî nayê dayîn. Pêşketineke gelekî kêm e ku ew bersiv dan.”

Prof. Kariane Westrheim bersiva berfireh a bi rêya konsol Andrius Krivas a bi navê wezîrê karên derve yê Lîtvanyayê û derokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Gabrielius Landsbergis a 26’ê Tebaxa 2024’an hate şandin nirxand û got: “Ev bersiv gelekî bêhtir sozdar e, ji ber ku wan name ji aliyên pêwendîdar ên Konseya Ewropayê re veguhastine.”

‘Em pêşbîn dikin ku dikarin zetê li Tirkiyeyê bikin’

Kariane Westrheim diyar kir ku DMME bi însiyatîfa xwe nikare heyetekê bişîne Îmraliyê, lê dikare dozê radestî saziyên din ên Konseya Ewropayê bike û got: “Tirkiye dewleteke endam e, em texmîn dikin ku ji bo destûrdayîna serdana Tirkiyeyê dikare zext li CPT an jî saziyên din ên berpirsyar ên li Konseya Ewropayê bê kirin. Zext çi qasî li Tirkiyeyê bê kirin, ew qasî dê bi bandor be.”

‘Bêdengiya CPT’yê fikaran çêdike’

Kariane Westrheim bêbersivmana CPT’yê ya li hemberî nameya xelatgirên Nobelê wek ‘şaşitiyeke berbiçav’ bi nav kir û wiha axivî: “Em hê jî li benda bersivekê ne. Ev gelek fikaran çêdike û hêviyan dişikîne. Ji CPT’yê tê xwestin ku rewşa girtiyên li girtîgehan hem di warê îşkenceyê de û hem jî di warê xirabkirina şertên girtîgehê de lêkolîn bike. Gelek îşkenceyên fîzîkî û psîkolojîk û muameleyên biçûkxistinê li birêz Ocalan tên kirin. Heke ji welatekî ji bilî Tirkiyeyê cezayê muebbetê hebûya, bi ya min sê Rêxistina Efûyê, HRW û saziyên din ên mafên mirovan biqîriyana, lê belê ev yek ji bo rewşa

birêz Ocalan pêk nayê. Ev jî duristî, cidiyet û pêbaweriya sazî û rêxistinên mezin ên navneteweyî yên xwedî îdiaya parastin û pêşvebirina mafên mirovan dike mijara gumanan.”

‘Dûrî, prensîbên xwe dikevin’

Kariane Westrheim xuya kir ku ev însiyatîf û bersivên nameyan bi tu awayî têrker nîn in û destnîşan kir ku sazî ji prensîbên xwe veqetîne û wiha pê de çû: “Em li ser Konseya Ewropayê diaxivin ku ji gelek aliyan ve dikare wek saziyeke herî xurt a siyasî ya cîhanê bê dîtin û ji şopandinê berpirsyar e ku 46 welatên endamên wê ne. Ji ber vê yekê, dema vê nekin, ev yek binpêkirina otorîteya Konseya Ewropayê ye. Di muameleya li hember Abdullah Ocalan de ku cezayê muebbetê danê, aşkera ye ku Konseya Ewropayê li rêgez û nirxên xwe nabe xwedî.”

Divê bi domdarî bê bîrxistin’

Kariane Westrheim destnîşan kir ku divê Komîteya Wezîran sozên xwe bi cih bîne, divê CPT heyetekê bişîne Îmraliyê û bibîrxistinên domdar werin kirin da ku tiştên li Îmraliyê diqewimin bi rengekî zelal ragihînin û got: “Divê her yek ji me tevkariyê li amadekirina tedbîrên gengaz bike ku dikarin saziyên siyasî seferber bikin.”

‘Ez bawer im dê di tunelê de ronahî xuya bike’

“Ez bawer dikim ku li cihekî dê ronahî di tunelê de xuya bike.” Bi vê gotinê Kariane Westrheim di dawiya nirxandina xwe de diyar kir ku divê zextên li ser dewleta Tirk bên zêdekirin û wiha lê zêde kir: “Gelek însîyatîfên baş ên ji bo serbestbûna birêz Abdullah Ocalan hene. Lê belê hê jî di tecrîdê de tê ragirtin. Mixabin di guhdarîkirina gelek daxwazên ji bo destpêkirina muzakereyên li gel PKK’ê û destpêkirina pêvajoyeke lihevkirinê ya li gel Kurdan de, eleqeya rayedaran sifir e. Heke zexteke mezin li serokkomar Erdogan û hikumeta wî neyê kirin, însiyatîf çi qasî baş bin jî dê kêm tişt biqewimin. Bi îhtîmaleke mezin gel dê vê zextê berdewam dike, lê dive ev bi awayekî polîtîk û bi taybetî jî ji aliyê Yekitiya Ewropayê û organên wê, NATO û NY’yê ve jî were kirin.”