13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wesayîta zirxî ya leşkerî welatiyek kuşt

Li Wanê wesayîta zirxî ya leşkerî li texsiyekê sivîl qelibî. Di encama qezayê de kesek mir û çend kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li ser rêya Elbak û Wanê li herêma 32 fetlanekan, wesayîta zirxî ya leşkerî li texsiyeke sivîl qelibî. Di encama qezaya de kesek mir û çend kes jî birîndar bûn. Hat zanîn ku ji ber qezayê texsî bûye xurde. Piştî qezayê gelek tîmên tenduristiyê û agirkujiyê çûn cihê bûyerê. Ji bo kesên ku di wesayîta sivîl de asê mane bên rizgarkirin xebateke domdirêj hate meşandin. Bi alîkariya welatiyan kesên di wesayîtê hatin rizgarkirin û ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyên li bajêr.