Li taxa Zeydiyê ya Efrînê ku ji sala 2018’an ve ji aliyê dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê ve dagirkirî ye, wesayita serçeteyekê di rê de teqiya. Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) daye di teqînê de mirî birîndar hene. ANF’ê ragihand ku serçeteyê ku wesayîta wî teqiyaye ya Ebû Emar e ku berpirsyarê qaşo ‘Meclîsa Xwecihî ya Efrînê’ ye.
Têkildarî bûyerê agahiyên berfireh nehatin belavkirin.