12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wesayita berpisekî PDK’ê li ber deriyê mala wî teqiya

Wesayita Berpisê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Şaxa Navçeya Kelarê ya Silêmaniyê Ekrem Salih îro saet 09:50 li ber deriyê mala wî teqiya û agir pê ket.

Li gorî nûçeya RojNewsê îro serê sibehê li pêşiya xaniyê Ekrem Salih ê li Kelarê teqînek pêk hatiye.
Hate ragihandin ku teqîn dema ku Ekrem Salih diçû ser karê xwe pêk hatiye.
Îbrahîm Muhammed ê Berdevkê Midûriyeta Parastina Sivîl a Kelarê li cihê bûyerê têkildarî bûyerê daxuyaniyek da û Muhamed ragihand şewata ku ji ber teqînê derketî, hatiye vemirandin.
Muhammed ragihand ku ji ber teqînê tu mirin pêk nehatine lê belê şofêrê wesayitê ji destê xwe bi sivîkî brîndar bûye.
Her wiha Îbrahîm Muhammed ragihand ku rayedarê PDK’yî ji bo destpêkirina lêpirsîna bûyerê ji saziyên eleqedar re gilî û serlêdan nekiriye.