Weşanxaneya Aryenê di dawiya sala 2024an de 2 bi tirkî, 2 jî bi kurdî 4 pirtûkên nû çap kir. Ji van berheman yek jê, ji bo zarokan e. Pirtûka “Zimanê Me” ji bo zarokên 5-8 salî ye û li ser metoda deng hatiye avakirin. Zarok bi vê pirtûkê dê hînî dengên kurdî bibin û ji bo bilêvkirin û axaftineke bedew û rastnivîsîneke dirust bingeheke kurdî ava bikin.
Ji bilî Zimanê Me, pirtûkên Bavê min ê Mitrib (M. Çiya Mazî), Şerê Başûr: Çepera Batufa (Şahîn Gumuş- bîranîn/roman) û Awayê Ceribîn a Kurd Rojnivîska Helbestî a Kurt (Hêvî Kodem – helbest) hatin çapkirin.