18 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Weşanxaneya Aryen bi 120 berheman li pêşangehê ye

Xwediyê Weşanxaneya Aryenê Roj Agir destnîşan kir ku ew girîngiyê didin Pêşangeha Pirtûkan a Amedê û dê bi 120 pirtûkan xwînerên xwe pêşwazî bikin.

Îro dê 9emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê li Navenda Kongre û Pêşengehê ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî ya Amedê dest pê bike û heta 26ê cotmehê vekirî bimîne. Di vê pêşangehê de dê 32 weşanxaneyên kurd û saziyên ziman û çanda kurdî jî cih bigirin û standên xwe vekin. Dê pêşangeh bi merasîmekê bê vekirin û 9 rojan bidome. Yek ji wan Weşanxaneyên ku dê beşdarî pêşangerhê bibe jî Weşanxaneya Aryen e. Xudiyê Weşanxaneya Aryenê Roj Agir li ser pêşangeha pirtûkan û beşdariya xwe ya pêşangehê axivî.

Roj Agir, diyar kir ku ew girîngiyê didin vê pêşangehê ku dê xwînerên kurd li navendeke mîna Amedê xwe bigihînin pirtûkan. Roj Agir wiha got: “Amed paytexta welatê me ye. Ji ber ku navend e, rengê xwe dide her aliyê welêt; çi erênî û çi jî neyînî. Ji ber vê, fûara ku li vir tê lidarxistin jî girîng e. Em dixwazin li vê fûarê weşangerên kurd li pêş bin û qada fûarê bibe qadeke kurdewar. Ev çend meh in em amadekariya vê fûarê dikin û ji bo ku serkeftî derbas bibe çi ji destê me hat me kir. Lewma jî em amade ne û bi kelecanek mezin li benda xwîneran in.”

Roj Agir, destnîşan kir ku ew bi 120 berheman tevli vê fûarê dibin û ev tişt anî ziman: “Dema ku em nû beşdarî Fûara Pirtûkan a Amedê bûn, ku ne şaş bim dora 25-30 pirtûkên me hebûn û niha em gihîştine 120 pirtûkan. Her sal bi pirtûkên nû em derdikevin pêşberî hevalên xwîner. Ev jî cihê şadiyê ye. Ji serê sala 2025an ve me 19 pirtûk çap kirine. Ji van 14 pirtûk bi kurdî ne. Em kêfxweş in ku îsal hejmara pirtûkên me yên kurdî çend qetî yên tirkî ne.

Her wiha derbarê pirtûkên ku îsal çab kirine û yên ku dê cara yekemîn di fûarê de bigihêje destên xwîneran jî Roj Agir agahî parve kir.

Pirtûkên Weşanxaneya Aryenê yên ku di van du mehên dawî de derketine ev in:

“Pirtûka “Enwer Newaya Hevrêtiyê” ya nivîskar Huseyîn Guçlu. Pirtûka “Kirlangiçlar Geldîgînde” ya nivîskar Huseyîn Surgeç. Pirtûka “Şikefta Çîrokan Dîwana Heywanan” a nivîskar Leyla Atabay. Pirtûka “Kula Faykeyê Spî” ya nivîskar Yaşar Eroglû. Pirtûka “Dayê Koban” a nivîkar Xecê Rêdûr. Pirtûka “Renklerîn Ayînî” ya nivîskar Gulecan. Pirtûka “Bager” a nivîskar Gulazer Akin. Pirtûka “Adressîz Mektûplar” a nivîskar Gursel Karaaslan. Pirtûka “Dûpişk” a nivîskar Mehmet Devîran. Pirtûka “Kortika Filehan” a nivîskar Mehmet Devîran. Pirtûka “Irkçi Bîr Psîşe Turkomanî” ya nivîskar, Ramazan Çeper – Ekrem Baydogan. Pirtûka “Cihû – Sêbareya Zindanê 1” a nivskar Menaf Osman. Pirtûka “Reywanîya Çekuyanê Mi” ya nivîskar Haydar Diljen. Pirtûka “Anilarim” a nivîskar Osman Akdag. Pirtûka “Wêrane” ya nivîskar “Feratê Dengizî. Pirtûka “Arvîn” a nivîskar Rohat Bulut.”

Herî dawî Roj Agir ji bo xwînerên xwe û pirtûkhezan ev tişt anî ziman: “Her berhem bi kedeke mezin tê amadekirin. Li fûaran dema em eleqeya li hemberî van berheman/pirtûkan dibînin em kêfxweş dibin. Em dizanin ku keda ku hatiye dayîn vala neçûye. Ev bi serê xwe tiştekî bi qîmet e. Elbet banga min ew e ku her hevalê derfeta wî heye were fûarê û wê hewaya pirtûkên kurdî bikişîne nava xwe.  Kê silavek jî da ser çavan. Bi hêviya hevdîtinê em li binda xwînerên hêja ne.”