Weşanxaneya Aramê di kategoriyên helbest, huner û bîranînê de 4 pirtûkên kurdî çap kir û gihand ber destê xwînerên kurdî. Pirtûkên hatine çapkirin yek ji wan helbest, yek ji wan çîrok, yek ji wan huner û yek ji wan jî bîranîn e. Navê pirtûkan jî wiha ne: “Bazên Şerefdînê” , “Dengê Axînê” , “Estetîk Huner û Wêje” , “Jana Berfê”.
Pirtûka “Bazên Şerefdînê” ji aliyê Adnan Sayak ve hatiye nivîsandin û ji 224 rûpelan pêk tê. Berhem ji hinek bûyerên li gundên dora Çiyayê Şerefdînê, serpêhatî û bûyerên gerîlayên li wê heremê qewimîne pêk hatiye. Nivîskar li gorî hêz, zanîn û jiyana xwe ev bûyerên ku bîhîstiye, jê agahdar bûye nivîsiye. Lê piraniyê wan bûyeran xwe dispêrin rastiyan. Nivîskar çawa bîhîstîbe hewl daye wisa binivisîne. Lê nivîskar ji çanda Kurdistanê ya çîrokbêjî û dengbêjiyê tê. Cih bi cih di şayesandina bûyeran de nîşaneyên vê çanda dengbêjiyê li berhemê dixuye. Ya girîng jî ev e ku nivîskar wekî pekwirekê wîjdanî nêzî bûyeran bûye; xwestiye tiştên ku di lêgerîna azadiya gelê xwe de hatine jiyînê mayîn de bike.
Dengê Axînê
Pirtûka “Dengê Axînê” ku ji aliyê Mehmet Zengeralp ve hatiye nivîsandin û ji 208 rûpelan pêk tê. Pirtûk pirtûka helbestan e. Nivîskar Zengeralp di helbesteke xwe de hestên xwe wiha aniye ziman:
“Li ser min biweşîne
Bi bayê Êzidxanê, bayê azadiyê.
Dereng mexîne!
Kenên min diçilmisin,
Di nav lêvên zarokan de.
Rengê min ditemire
Di nav rondikê dayikan de…”
Estetîk Huner û Wêje
Pirtûka “Estetîk Huner û Wêje” ji aliyê Teyfîq Hêja ve hatiye nivîsandin û ji 568 rûpelan pêk tê. Nivîskar Teyfîq Hêja, armanca xwe ya nivîsandina pirtûkê wiha aniye ziman: “Me ew mecburiyet bi xwe re dît da ku der barê krîza huner û wêjeya îroyîn de em jî boçûn û şîrovên xwe li boçûn û şîrovên heyî zêde bikin. Çikû nabe ku weke mirov û civak em dev ji wêje û hunerê berdin. Lewre ew bi xwe dev ji me bernadin. Ji wê jî wêdetir, mirov û civakên ku li peyî jiyana azad û xweş bin, jixweber rû bi rû ne bi mijarên mîna wêje, huner û estetîkê ve bi krîz, pirsgirêk û nexweşiyên wan re.”
Jana Berfê
Pirtûka “Jana Berfê” jî ji aliyê girtî Weysî Esen ve hatiye nivîsandin û 256 rûpelan pêk tê. Weysî Esen pirtûka xwe bi bîranînên jiyana gerîla honandiye. Beşeke kurt a pirtûkê wiha ye: “Weke ku dîrok careke din bê jiyîn, sonda pêşiyên kurdan Xanê Lepzêrîn a wekî “Em dê Kela Dimdimê bernedin ji Şahê Îranê re” xwendin. Sonda neberdana Kela Dimdimê çara duyemîn li Mêrgezerê pêk tê. Diyar dest bi axaftinê dike û bi van gotinan encama civînê komî ser hev dike: “Em dê nûqteyê û wargihê bernedîn. Em dê heya dawiya rojê li ber xwe bidin. Ji bo amûrên me nekevîn destê dijmin em ê benzînê li erzaq bikin, bişewitînin û dê Mêrgezer îro wekî kela Dimdimê bişewite lê nabe ya dijmin. Ji bo çepergirtinê çar cihên pêşwaziya leşkeran diyar dike. Dê li her cihekê du kes hebin. Baqî û Firat, Heyder û Şaxewan, Taylan û Xelef, Rojhat û Cesûr.”
3 pirtûk jî bi tirkî ne
Her wiha ji bilî van pirtûkên kurdî weşanxaneyê pirtûka bi navê “Kizil Devrîm” ku jî alîyê akademisyen Dr. Îsmet Konak ve hatiye nivîsandin, “Megamakine’nin Sonu/Başarisiz Bir Uygarligin Kisa Tarihi” ku ji aliyê Fabrîan Scheîdler ve hatiye nivîsandin û wergera wê ya tirkî ji aliyê C. Guneş Îspîr ve hatiye kirin û “Tarîh Bîlîncî” ku ji aliyê Cîhan Ozyildiz ve hatiye nivîsandin jî çap kir.