
Îsal dê di navbera 18-26ê Cotmehê de li Navenda Kongre û Pêşengehê ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî ya Amedê dê 9’mîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê bê lidarxistin. Pêşengeh dê bi hevkarî û organîzeya Yekîtiya Weşanxaneyên Kurd (YEW-KURD), Şaredariya Bajarê Mazin a Amedê, Walîtiya Bajêr, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û TUYAPê bê li darxistin. Di vê pêşangehê de dê 32 weşanxaneyên kurd û saziyên ziman û çanda kurdî jî cih bigirin û standên xwe vekin. Dê pêşangeh bi merasîmekê bê vekirin. Dê 9 rojan bidome. Weşanxaneyên kurdî yên Belkî û Sîtavê li ser amadebûyûna xwe ya ji bo pêşangehê û tevlibûna xwe ya bi berhemên nû û yên ku dê cara yekemîn bi vê pêşangehê bigihêjin ber destên xwîneran axivîn.
Hevseroka YEW-KURDê, bergsaz û edîtora Weşanxaneya Belkiyê Asya Genim bal kişand ser girîngiya pêşangeha pirtûkan û ji bo xwîneran. Asya Genim destnîşan kir ku pêşangehên pirtûkan ji bo pirtûkhezan derfeteke û pêwîste hem weşanxane û hem jî pirtûkhez vê derfetî baş bi kar bîne.
Asya Genim diyar kir ku ew jî ji bo vê pêşangerê amede ne û wiha got: “Belê em wek weşanxane amade ne ku tevlî fuara pirtûkan bibin, cihê xwendevanê kurdî lê hebe em jî wek weşanxane hewl didin li wir amade bin. Em bi dan û stendina xwendevanên xwe dilxweş in.”
Weşanxaneya Belkî yek ji weşanxaneyane ku tenê berhemên kurdî çap dike. Xwîner li ser pêşangeha Belkiyê dê tenê berhemên kurdî bibînin û ev jî ji bo xwînerên kurdî dibe cihê kêfxweşiyê. Asya Genim di vê der barê de destnîşan kir ku berhemên wan hemû bi zimanê kurdî ne û ev tişt anî ziman: “Em ê bi 130 pirtûkan û bi hemû hejmarên Kovara Çirûsk beşdarî pêşangehê bibin. Di heman demê de hemû pirtûkên me bi zimanê kurdî ne.”
Asya Genim, berhemên Weşanxaneya Belkî yên ku cara yekemîn dê di vê pêşangeha pirtûkan de bên pêşandan jî wiha got: “Pirtûka “Sola Qetiyayî” ya helbestan a nivîskar Sebrî Vûral, pirtûka “Gotinên Pêşiyan” a nivîskar Brahîmê Alûcî, pirtûka “Jana Dil” a helbestan a nivîskar Bahoz Arî, pirtûka “Stêrk Dibişkivîn Li Zêrzewanê” ya roman a Rênas Jiyan, pirtûka “Hevalê Xwe” ya helbestan a nivîskar Ronîrên, pirtûka “Dengê Derî” ya helbestan a nivîskar Lorîn Silîvî û berhema dîrokî ya “Qral Oîdîpûs” a Sophokles ku ji aliyê Hamza Tokmak ve hatiye wergerîn.”
Di axaftina xwe de Asya Genim, ji bo xwîneran ev tişt got: “Ji xwendevanê kurdî re tiştekî em bêjin tuneye, ew xwedî hişmendî, ew hay ji girîngiya kurdî û zimanê xwe hene û em tim digihên hevdû, em hay ji hev hene. Lê em ji kurdên hişmendî qels û tirkîhez re dixwazin du gotina bikin. Du gotin wê bikaribe wê hişyariyê çêbike nizanim, lê dîsa jî bêjim, mirov bi zimanê xelkê mezin nabe û zimanê xelkê mirov mezin nake, pir hêsan û pir normal ji zimanê xwe bawer bikin.”
Bi 350 berheman dê li pêşangehê bin
Xwediyê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî jî bal kişand ser girîngiya pêşangeha pirtûkan û ji bo xwîneran û amadekariyên xwe yên ji bo pêşangehê. Qahir Bateyî destnîşan kir ku ew ji bo pêşangeha pirtûkan amade ne û ev tişt anî ziman: “Belê em ji vê pêşangehê re amade ne. Ev demeke dirêj e em amadehîyên xwe dikin. Dikarim bêjim me tu pêşangehan wekî vê pêşangehê amadekarîyên baş nekiribûn. Emê reng û dengê Sîtavê di pêşangehê de bidin nîşan.”
Weşanxaneya Sîtavê yek ji weşanxaneyan e ku di salên dawî de berheman çapdike û dê bi 350 berhemên xwe û bi 23 nivîskarên xwe ve tevli vê pêşangehê bibin. Qahir Bateyî li ser berhemên xwe yên ku cara yekemîn dê di vê pêşangehê de bên pêşandan jî wiha got: “Me îsal 84 berhemên nû çapkrine. Ji wan 43 bi zimanê kurdî ne, 41 jî bi zimanê tirkî ne. Gelek berhemên me jî li ber çapê ne. Me îsal 21 pirtûkên nivîskar Alî Oruç çapkirin. Ji wan 15 heb nû derçûn, yanî dê nû bigihîjin ber destê xwîneran. Ji bilî wê, romana “Destana Huso û Nazê” ya M. Sadik Varli, dîsa sê romanên Silêman Feqîyanî, pirtûkeke dîrokê bi navê “Sûmerlerî Yöneten Gûtîler” ya Îkram Îşler, dîsa du berhemên Mehmet Oncu yên folklorîk, bi navê “Ji Kanîya Gel 101 Çîrok 101 Biwêj”, dîsa berhemeke Prof. Dr. Cemal Nebez ya li ser bawerîya Yarsanîyan, pirtûkeke folklora Behdînan bi navê “Serhatiyên Îsê Delan” ya nivîskar Mihemed Ebdullah Amêdî, her wiha du pirtûkên helbestan jî nû dê bigihîjin ber destê xwîneran.”
Ji bo xwîneran jî Qahir Bate ev tişt anî ziman: “Ez dibêjim ev pêşangeh firseteke mezin e ji bo xwîneran ku bigihîjin berhemên kurdî û kurdolojiyê. Di vê pêşangehê de çi berhema bixwazin dê bi dest bixin. Ji ber wê jî bila teqez berê xwe bidin qada pêşangehê. Standin û xwendina wan ya pirtûkan hem dê rêya wan ronî bike, hem dê rêya me weşangeran veke û bibe piştgirîyeke mezin ji bo me ku em bikaribin xizmeteke hîn mezintir ji ziman û çanda kurdî re bikin.”
