Di roja 6emîn de 9emîn Pêşangehan Pirtûkan a Amedê didome. Peşengeha Pirtûkan a li Navenda Kongre û Pêşengehê ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî ya Amedê ku di 18ê cotmehê de dest pê kir dê heta 26ê cotmehê bidome. Piştî salekê careke din pêşangeha pirtûkan pêktê hem pirtûkhez hem jî weşanger li benda van rojan bûn. Yek ji weşanxaneyên ku beşdarî pêşangehê bûye jî Weşanxaneya NAyê ye. Têkildarî pêşangehê û eleqeya ku derketiye holê xwediyê Weşanxaneya NAyê Berfo Barî destnîşan kir ku li gorî sala par eleqeya îsal a ji bo pirtûkan kêm e.
Berfo Barî li eleqeya xwînerên kurt ên ku tên pêşangehê jî çavdêriyên xwe anî ziman. Berfo Barî diyar kir ku bala xwîneran li ser pirtûkên kurdî ne lê bi giranî pirtûkên li ser kurdan distînin û ev tişt got: “Xwendevanên ku tên ser standa me zêdetir bala xwe didin pirtûkên kurdî, lê hawê tê xwestin nîne. Mirov kare bivêje ku bi giştî pirtûkên li ser kurdan lê bi tirkî hatine nivîsandin tercîh dikin. Herî zêde jî pirtûkên zarokan û yên li ser dîrokê.”
Berfo Barî da zanîn ku dê potansiyeleke xwendina pitûkên kurdî hene lê bi qasî ku tê xwestin nîne û ev tişt anî ziman: “Potansiyelek hindik e ku nikare bazarê têr bike, hema wisa ne ku êdî em gelek kesan nas dikin. Her çi qas hindik be jî êdî dizane wê çi bixwîne.”
Wekî her tiştî rewşa aborî û buhayê zêde ku bandorê li ser pirtûkan jî dike ku xwîner di sitendina pirtûkan de zehemetiyan dikişîn e. Berfo Barî li ser kêfxweşî, xwestek, gilî û gazincên xwîneran jî got: “Belê xwîner erzaniyê dixwazin. Lê belê kêfxweş in ku cara ewil ev qas pirtûk û weşanxane di fuarê da dîtine.”
Divê pêşangehên alternatîf hebin
Li ser buhayê TUYAPê û bandora ku li weşanxaneyan dike jî Berfo Barî wiha got: “Mixabin pir bandor lê me û li bihayê pirtûkan dike. Em ji firmayên fuarê ra dixebitin, dev ji karê berde ger ku mesrefa me kiriye derxin baş e. Ger altarnatîf hebe wê ji bo weşanxaneyê û xwendevanan baştir be. Altarnatîfek ku karibe salê 10 fuaran li welat dar bixe. Fuarên pirtûkan çanda xwendinê li nav civakê zêde dikin, ji ber vê berhemnên kurdî xêra wan wê bigîhîjin herderê welat. Ger sazî hebin piştgiriya vê xebatê bikin wê potansiyela xwendin û nivîsandina kurdî zêde bibe. Ji berpirsiyariyê zêdetir kî dikare bike, gere organîzasyonek zîrek hebe karê profesyonel bike, her fuarên pirtûkan bibe festîvala ziman. Şaredarî,saziyên ticaretê dikarin bi hevra bikin.
Xwediyê Weşanxaneya NAyê Berfo Barî di dawiya axaftina xwe de xwest ku hemû malbat (dê û bav) bi zarokên xwe re werin pêşangehê ku bi wan zarokan re çanda xwendina pirtûkan pêş bikeve.
