7 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Werîşe Muradî: Li Kobanê valahiya di navbera ‘Jin’ û ‘Jiyanê’ de hat tijekirin

Girtiya siyasî Werîşe Muradî bi nameyek ji bo 1ê Mijdarê vê peyamê da: “Li Kobanê valahiya di navbera ‘Jin’ û ‘Jiyanê’ de hat tijekirin, jinan wateyek nû bi jiyanê dan qezenckirin.”

Girtiya siyasî ya kurd Werîşe Muradî ku ji aliyê dewleta Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatiye birîn bi wesîleya 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji girtîgehê peyamek şand.

Peyama girtiya siyasî Werîşe Muradî bi vî rengî ye: “Kobanê di erdnîgariyê de ne xalek e, meydanek e ku heqîqeta mirov lê ji ezmûn derbas bûye ye. Jin li wê derê ne tenê li dijî paşverûtiyê, li dijî pergala ku bi sed salan e îradeya wan red dike sekinîn. Li Kobanê valahiya di navbera ‘Jin’ û ‘Jiyanê’ de hat tijekirin, jinan wateyek nû bi jiyanê dan qezenckirin. Tiştên li Kobanê hatin jiyîn, ne tenê berxwedana bajarek bû, tevgerek di asta kûrewî de bû. Ev jî ji îradeya hişyar a civakê tê.

Di wê destanê de, em bûn şahid ku li Girê Miştenûr, endama Yekîneya Parastina Jinê (YPJ) Arîn Mîrkan bi cesaretek mezin û ji bo parastina hevalên xwe çawa canê xwe feda kir. Dema çeteyên DAIŞê wê çeper dagir bikirana, ji bo paşvekişandina hevalên xwe û bikaribe berxwedanê bidomîne, xwe feda kir. Navê Arîn Mîrkan ji wê demê ve bûye sembola biryardariya berxwendana jinan, îradeya nayê şikandin û parastina jiyan û azadiyê dike. Li her cihê ku jin ji bo mafên xwe û yên din têdikoşin, ji bo rêwîtiya ruhê wê bidomînin, bûye çavkaniya îlhamê.

Kobanê ji bo min xala werçerxê ye. Têkoşîna wê demê ne tenê ji bo xakê, ji bo hebûnek bû. Di nava wê ahengê de, li çiyayan, kolanan, di çavên jinên li vê xakê de hê didome. Min li Kobanê şer kir, ji bo parastina mirovahiyê, pêwîst bû li dijî terora DAIŞê ya peşverûtiyê bihata sekinîn.

Îro li her cihê ku jin li dijî serwerî, cudakarî û biçûkxistinê disekinin, Kobanê ji nû ve derdikeve pêş. Ên ku wê rojê ava kirine, berpirsyariya mezin a me hemûyan e; ruhê berxwedanê ne tenê di hiş de divê di çalakiyên kolektîf de em biparêzin. Ji ber jiyana azad û bi nirx girîng e ji nû ve were zindîkirin. Bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re em şopdarên bîranîna bi hezaran e.”