12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Werîşe Mûradî li girtîgeha Evînê di greva birçîbûnê de ye

18 roj in çalakvana Kurd Werîşe Mûradî li girtîgeha Evînê ya li Tehranê di greva birçîbûnê de ye. Bijîjkan hişyarî dan ku rewşa tenduristiya wê her diçe, xirabtir dibe

18 rojin Endama Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî li girtîgeha Evînê de li dijî kiryar û zextên rejîma Îranê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye.

Li gor nûçeyên ku di medyaya Rojhilatê Kurdistanê de hatine belavkirin, tîma bijîjkî ya girtîgeha Evîn ku rojane çavdêriyê li rewşa Werîşe Muradî dikin, diyarkirine ku di nava 18 rojan de Werîşe Muradî 7 kîlo winda kiriye, tansiyon, mîgren û êşa masûlkeyan pêre derketiye û ji ber vê çendê rewşa wî ya tendirustî xirab dibe.

Li gorî heman çavkaniyan bijîjkan ragihandine ku berdewamkirina greva birçîbûnê metirsiyê li ser tendirustiya wê çêdike û ji ber vê çendê jî daxwaza dawî lê anîna çalakiyê jê kirine. Lê Werîşe Muradî ev daxwaz nepejirandiye û wergirtina sirûman jî red kiriye.

Werîşe Mûradî ya endama Civaka Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi sûcdariya ‘îsyanê’ bêyî ku were darizandin, ji 14 mehan zêdetire li Girtîgeha Evînê di kogûşa jinan de girtî ye. Roja 10’ê Îlonê ragihandibû ku ji bo balê bikşîne ser Îrana ku di bin rûpoşa îslama siyasî de her roj mirovan dikuje û bi darve dike dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye.

Hêjayî gotinê ye KJAR’ê di 26’ê Îlona 2023’yan de ragihandibû ku roja 1’ê Tebaxa 2023’yan endama wan Werîşe Muradî bi nasnav Ciwana Sine li bajarê Sine ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye revandin. Werîşe Mûradî piştî binçavkirinê 2 hefteyan hate girtin û niha li Girtîgeha Evînê tê girtin û bi hinceta “endambûna rêxistinê” tê darizandin.