12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Werin em bi hevre vê çalakiyê mezin bikin’

Li gorî rapora  ÎHD’ê li girtigehên Tirkiye û Kurdistanê 604 jê nexweşên giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ji ber girtiyên nexweş nayên dermankirin û nayên berdan, malbatên girtiyan li Amedê dest bi çalakiyê kirine. Malbatên girtiyan heftiyeke li Baroya Amedê nobeta edaletê digirin. Malbat dixwazin ku  bêedaletiya li ser zarokên wan bi dawî bibe. Bi vê armancê ji 16’ê mijdarê heta niha her roj li Baroya Amedê Nobeda Edalete digirin. Her roj tevlêbûna malbatan a Nobeda Edaletê zêde dibin. Her rojê saziyek civakî bi dorveger diçin serdana malbatan dikin. Sazî di serdanê de piştgiriya xwe ya bi malbatên girtiyan re tînin ziman.

Yek ji malbatên girtiyan malbata Guler e. Ji malbata Guler 2 kes girtî ne. Yek jê Siddik Siddik Guler  ê 83 salî ku 2 caran cezayê muhebbetê lê hatiye birîn 26 sal in girtî ye.  Siddik Guler niha li Girtîgeha Îskenderunê ye. Girtiyê din jî Habîb Guler e. Habîb Guler nêzî 20 sal in girtî ye. Niha li girtigeha Kandirayê ye. Ji malbata Guler Hasîne Guler a 73 salî anî ziman ku 2  sal in hevjin û kurê xwe nedîtiye. Dayîka Hasine Guler qala zehmetiya ditina hevjinê xwe û lawê xwe kir û wiha got: “Ez 2 sal berê çûm ba hevjinê xwe. Dema min ew dît li ser palpişta bi tekel bû. Demeka direj me li pişta caman hevdîtin kir. Niha ez di nava hefteyê bi lawê xwe re 10 daqîkeyan û bi hevjînê xwe re jî 20 daqîkeyan bi telefonê diaxivim.”

Tenduristiya Guler her diçe xirab dibe

Siddik Guler du caran anjiyo bûye û bi gotina bijîşk hewceye ku li nexweşxanê bimine. Bi kelepçeyê tedawî qabûl nekir. Ji ber ku li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Niha bi tena serê xwe nikare pediviyên xwe yên jiyanî temîn bike. Ji ber vê yekê divê li derve bê dermankirin. Dema ku Siddik bi şewba Covîd-19’ê ket, 2 mehan di karantinayê de hiştin. Reçeteya ku bijîşkan daye Siddik, ji aliyê girtîgehê ve tê red kirin û dermanê wî nadin wî.”

5 caran sirgûn kirin

Hasine Guler bal  kişand ser sirgûnkirina Siddik Guler a bajaran û wiha lê zêde kir: “Ewil ji Amedê sirgûnî Yozgatê kirin. Piştre ji wir sirgûnî Girtîgeha Aydinê kirin. Ji Aydine jî sirgûnî Girtîgeha Sêrtê kirin. Li Girtîgeha Sêrtê piştî demekê girtî ma, serbest hat berdan. Piştî demekê li derve ma careke din Siddik girtin û vê carê şandin Girtîgeha Îskenderûnê.

Dayika Guler qala zehmetiyên durbuna girtîgehê kir û wiha got: “Ji bo ku Siddik Guler bê girtîgeha Amedê me çend caran ji saziyên eleqeder re daxwazname şand. Lê hemû daxwaznameyên me red kirin. Rayedarên girtigehê îdîa kirin ku Wezareta Dadê destûrê nade ku Siddik bişînin Girtigeha Amedê. Herî dawî ez çûm saziyên tekîldar. Ez çûm Engerayê. Ji bo lawê min û hevjînê min bînin Girtîgeha Amedê min serî li hemû saziyên eleqeder da. Edî ez nikarim biçin bajarên dûr serdana girtiyan bikim. Ez pîr bûme û nexweşim. Derfetê me tune bin jî em mecbûrin biçin cem wan û li wan xwedî derkevin. Her mehê em Hezar tl ji wan re dişinin.”

‘Bila her malbat pişgirî bidin vê dozê’

Guler daxwaza edaletê kir û anî ziman ku heta edalet pêk neyê, dê çalakiya xwe ya li Baroya Amedê berdewam bikin û wiha axivî: “Em mirovahiyê dixwazin. Em dixwazin mirovahî li Tirkiyeyê belav bibe. Ji ber ku zimanê me kurdî ye û em kurdin zarokên me digirin û davêjin girtîgehan.

Dayîka Guler herî dawî bang li hemû malbatên girtiyan kir û xwast piştgirî bidin vê tekoşînê.”