19 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Wêneyekî Abdullah Ocalan cara yekemîn hat weşandin

Di danasîna beşa 3yemîn a dokûmantera 'Vejîna Kurd' de ya li ser dîroka PKKê, wêneyekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat weşandin ku beriya niha nehatibû weşandin.

Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ ku ji aliyê Komuna Dokûmanteran a Şehîd Gulistan TARA ve hat amadekirin û beriya bi demeke kurt li Stêrk TV û Medya Haber TV hat weşandin, beşa xwe ya sêyemîn bi navê ‘LÊGERÎN’ da nasandin. Di danasînê de wêneyekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate weşandin ku dema li Tapû Kadastro ya li Amedê dixebitî hatibû kişandin. Di dokûmanterê de wê qala çîroka wêne bê kirin.

Di beşa 3yemîn de belge û agahiyên balkêş hene. Di vê beşê de salên dibistanê yen Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, lêgerînên wî, serhildana wî ya destpêkê ya li hemberî malbatê, rêwîtiya ber bi bajêr ve, li Enqereyê dema li Lîseya Tapû Kadastro, naskirina sosyalızmê, piştre jî jiyana karmendiyê ya li Amedê, naskirina rastiya Kurdistanê tê nîşandan.

Di vê beşê de li gel hin dîmenên ku yekemcar têne weşandin, her wiha mamosteyê dibistana seretayî ya Abdullah Ocalan, hevalên wî yên li dibistan û mizgeftê, hevalên wî yê kar ên dema karmendiyê, hin kesên ku li Enqereyê di dema Lîseyê de bi hev re dixwend û li wargeha dibistanê diman, têne weşandin.

Di beşên bê yên dokûmantera Komûna Dokûmanteran a Şehîd Gulistan TARA de ku di encama karekî ji 8 salan de hate amadekirin, wê têkoşîna nîv sed salî ya gelê Kurd bi agahî û belgeyên balkêş raxe ber çavan.

Beşa 3yemîn a Dokûmantera Vejîna Kurd êvara Çarşemê bi Kurdî li Stêrk TV, êvara Înê jî bi Tirkî li Medya Haber TV wê were weşandin.

Kesên ku bixwazin dikarin piştî weşana li televîzyonan li ser hesabê komunê yê Youtubeyê lê temaşe bikin.