12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wêneyek dikare çarenûsekê biguherîne

Di serdema 21’ê de, şerê li ser rûyê erdê zêdetir bûye şerê ku di rêya çapemeniyê re tê meşandin û ev yek di çend salên dawî de, ji bo ku hêz û dewletên dagirker binketina xwe veşêrin wê bikar tînin. Ji şerê li ser rûyê erdê û sîng bi sîng zêdetir şerê taybet ku di rêya dezgehên çapemeniyê de pêş dikeve, pêk tînin, bandorê li ser hiş û bîra civakê dikin. Dijminên kurdan hewl didin û li peyî vê yekê ne ku bîra kurdan bidin ji bîr kirin û dîroka wan bidin winda kirin, her wiha kurd wekî nav bêyî gel bihêle. Dibê qey tu netew li gerdunê derveyî gelê kurd tune ye ku şerê wan bikin ango planên xwe li ser wan pêk bînin û her wiha hewla hilweşîna wan bidin. Li ser masê kurdan diparêzin û dibêjin em rê nadin tu êrîşeke nû li ser hevkarên xwe û di binê masê de bi rûyekî reş û xedar planên dagirkirina xaka wan û tunekirina hêz û dîroka wan didin. Di rûyê me de dikenin û li pişt me xencerê li pişta me dixin. Dibêjin qey gelê kurd û hêza wê ewqasî qêj ango bêhişin heta ku daxuyaniyên wan bawer bikin. Ger ku bi rastî Amerîka naxwaze hevkarên wê (HSD) û kurd zirarê ji dewleta tirk bibînin, gelo çima qada hewayî li pêşiya firîna balafirên wê nagire û nahêle ku fermandar û şervanên wê ango gelê wê bi xwe, bibin qurbaniya balafirên wê yên keşfê?. Heman wextê jî Rûsya xwe wekî parêzera xaka Sûriyeyê û dilsoza axa wê dibîne, çima rê dide dagirkeriyê ku di hundirê Sûriyeyê de xwe mezin bike, baragehên xwe yên leşkerî çêbike û parçeyekî mezin ji xaka Sûriyeyê dagir bike? Tirkiye endama NATO’yê ye, ji ber wê ye Amerîka hemû sûcên ku Tirkiye dike diparêze û pîne dike. Tirkiye diqetîne û Amerîka didirû û pîne dike. Ji xwe hevkarî wisa ye, lê gelê kurd ne ew gelê ku were xapandin û van derewên hêzên hegemon bawer bikin.

Gel li gorî şerê gelê şoreşger xwe amade dike. 10 sal in li rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê şer heye, salekê jî şer qut nebûye û dûr neketiye. Di vir de ya ku bala mirov dikişîne ew hêza gel bi şervanên xwe re ye. Dayik li gel keça xwe ya şervan e û di çeperên şer de ye û heman wext jî bav û keça xwe şervan in û rêhevalên hev in heman wextê de. Rêhevaltiya li rojavayê Kurdistanê hiştiye ku heya niha şoreş li ser lingan bimîne û li ber xwe bide.

Şervan bi çek, mamoste bi pênûs, bijîşk bi dermankirin û rojnemevan bi kamereya xwe li bakur- rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe didin û vê berxwedaniyê ji cîhanê re radigihînin. Barê herî giran di vî şerê ku li bakur-rojhilatê Sûriyeyê rû dide yên şervanan e. Niha şervan li ber xwe didin, canê xwe dikin qurbana bostek ji axa welatê xwe lê ya ku vê ragihîne û bi zimanekî bi bandor bi cîhanê bide pênasekirin jî rojnemeger in. Xetayeke biçûk ê rojnemegeran di şer de nayê efûkirin û ne jî tê ji bîr kirin. Di hemû zor û zehmetiyan de derbas dibin, li gelek cihan digerin û bi kamereya xwe li pey şervanan in û bi objektîfa xwe rastiyê, berxwedaniyê, têkoşînê, dîrokê, destanê û fedekariya şervanan qeyd dike û paşê li cihekî digere ku wê montaj bike û biweşîne da ku gelê kurd û hemû cîhan jî bibîne ku ev kî ne û bi çi erkî radibin û bizanibin ku ev şervanê rûken li şûna hemû cîhanê şerê terorê dikin. Wêneyekî îro, bîranîneke sibe ye û dîrokeke ji pêşerojê re. Wêneyekî şervanekê/î ku şer dike, bi salan di hizr û hişê gel de dimîne. Wêneyeke lê rastiya şerekî û doza gelekî pênase dike. Şerekî bêyî çapemenî nabe û ev bi xwe jî xeta ye. Awirê şervanekê/î kîna li hember dijmin û hesreta gelê xwe bi azadî jiyaye vedibêje.

Yek ji zehmetiyên ku rojnemeger, di rewşa şer de dikişînin ew e, peydakirina înternêtê û hiştina ku cihan bi berxwedana dîrokî, rûmet î û ya sedsalê bihese. Ji ber ku dema êrîş dest pê dikin şebekeyên Sûriyeyê, înternet û her tişt qut dibe, da ku têkilî çênebin. Ya din jî rojnemeger divê gotinên xwe yên ku bikaribin bûyerê bi awayekî zelal ragihînin, hildibêjêre. Bijartina gotinan pir girîng e, divê gotinên nêzî dil bin û bikaribe bersiva hemû pirsên ku di serê gel de çêdibe, bide. Divê şer, berxwedanî û têkoşîna ku kurd ji ber hemû cihanê dide, bi rengekî rast, zelal û bi bandor were ragihandin. Gotin, peyman û helwestên şervanan rastiya şerê ku ji bo wê şer dikin vedibêje. Şervanek bi çeka xwe, mamoste bi pênûsa xwe û rojnemeger bi kamare û objektîfên xwe şoreşê diparêzin û dikin malê hemû cîhanê. Wêneyek dikare çarenûsekê biguherîne, ji ber vê yekê jî divê hemû rojnemeger li gorî erk û berpirsiyartiyên demê tevbigerin û hemû zanista xwe bixin xizmeta vê yekê de.

Her rojnemegerek berpirsiyarê serkeftina vê şoreşê ye, divê ku xwe wisa hîs bikin û gorî vê bargiraniyê û erkî tevbigerin. Em ji bîr nekin, rola çapemeniyê ji rolên herî zêde bi bandor in.