12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wêneyê dawî yê faşîzmê

Ew wêne, wêneyên faşîzmê ne. Faşîzm ji şovê hez dike. Dixwaze di dema herî lewaz de jî xwe xurt nîşan bide. Her çiqasî hebûna gel û baweriyên cuda nepejirîne jî xayîn û xwefiroşan ligel xwe digire.

Şahê Îranê di 1971’an de ji bo bîranîna şahên persan a 2500’emîn şahiyek li dar xist. Di vê şahiyê de ji gelek welatan keya, prens û prensesan cih girt. Li cîhanê deng veda. Di demeke ku gelê Îranê di nav xizaniyê de bû şah Riza şahiyeke ku encex di çîrokan de behs bikin li dar dixist. Xuya bû bi vê şahiyê dixwest hem hêza xwe hem jî xwedîderketina li kevneşopiya persan nîşan bide. Dixwest bibêje ew 2500 salî ye. Ango hilweşîna wî zehmet e. Lê ne gelek piştre di 1979’an de rejîma şah hilweşiya û ew derdorên ku wî henekê xwe bi wan dikir bûne desthilatdar. Bêguman ên bûne desthilat ji aliyê feraseta azadiyê ve ne kêmî şah bûn. Lê tiştek derket holê ku bi nîşandana heybetê rejîmek zêde li ser lingan namîne. Sedam Huseyîn jî berî ku hilweşe her roj bi artêş, çek û cebilxaneya xwe şov dikir. Sedam di aliyê îhtîşamê de ne kêmî şahê Îranê bû. Mixabin dawiya wî li gorî ku wî hesab dikir nebû. Herî dawî di binê erdê de, di rewşeke şepirze de hate girtin û piştre hate darvekirin.

Berî çend rojan li Tikiyeyê jî şahiyek hate lidarxistin. Di demeke ku qeyrana aboriyê gelek kûr bûye de lidarxistina şahiyeke wiha şahê Îranê û sedam tîne bîra mirov. Her wiha gotina keybanûya Fransa Marie Antoinette tîne bîra mirov. Antoînette ji bo daxwaza gel ya nan digot, “Heke nan nabînîn bila paste bixwin”. Li Tirkiyeyê roj tune ku hinek kes ji ber deynan an jî ji ber ku kar nabînin dawî li jiyana xwe neyînin. Lê di rewşeke wisa de Erdogan û hevalbendên wî li xelatê di qesreke ku taybet hatiye çêkirin de şahiyê dikin. Balkêş e ev çend sal e ew qesr hatiye çêkirin lê cara ewil e tê bikaranîn. Qesreke bi milyon dolaran hatiye çêkirin û tenê ji bo çend rojan tê bikaranîn. Tê gotin ku Ebuzer Xifarî dema dibîne ku Muaviye mizgefteke bi heybet çêdike jê re wiha dibêje: “Heke te ev mizgeft  bi perê xwe çêkiribe îsraf e, heke te bi perê dewletê çêkiribe guneh e.” Erdogan jî bi heman awayê Muaviye ne guneh dizane ne jî îsraf dizane.

Ligel Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan hemû wezîr, fermandarên artêşê, serokên hin partiyan û gelek kesên din tevlî vê pîrozbahiya ku ji ber serkeftina Milazgîrê ya 953’emîn hate lidaxisitin bûn. Tu taybetiya sala 953’emîn tune lê çima Erdogan ji salên din zêdetir girîngî da vê pîrozbahiyê? Ew jî wekî şahê Îranê û sedam dixwaze heybeta xwe nîşan bide. Ev jî dide diyarkirin ku Erdogan dawiya xwe dibîne.

Di pîrozbahiyên li xelatê de dema Erdogan axaftin dikir li ser dikê serokê gelek partiyan hebûn. Serokê du partiyên herî faşîst  Devlet Bahçelî (Serokê MHP’ê) û Mustafa Destîcî (Serokê BBP’ê) jî li ser dikê bûn. Yek ji van kesan jî Serokê Huda Parê Zekeriya Yapicioglu bû. Di dawiya axaftina Erdogan de hemûyan destê hev girtin û destên xwe bilind kirin. Di wî wêneyî de Zekeriya Yapicioglu destê Devlet Bahçelî digirt û bilind dikir.

Huda-Par di her daxuyaniya xwe de diyar dike ku ew partiyeke kurdî ne. Rastiya Huda Par û ya Hîzbulahê ji aliyê kurdan ve baş tê zanîn. Lê ew her dem vê rastiyê dixwazin berovajî bikin. Lê carinan tenê dîmenek an jî bûyerek hêjayî hezar gotin û nirxandinan e. Dîmenên ku Yapicioglu li gel fermandarên artêşa tirk û bi Dewlet Bahçelî re da gelek tiştan rave dike. Artêşa tirk her roj bombe bi ser gelê kurd re direşîne. Ev sed sal zêdetir e komkujiyan pêk tîne. Devlet Bahçelî kesek wisa ye ku peyva kurd jî qebûl nake. Ne kurdan nas dike ne jî Kurdistan nas dike. Ji du peyvên wî yek jê înkarkirina kurdan e. Lê Yapicioglu destê wî digire û hildide bi jor ve.

Ev jî ne bes e, bi fermandarên giştî yê artêşê re wêne dikşîne. Ne şerm heye ne fedîkirin, ne jî poşmanî. Di wêneyên hatine kişandin de ji rewşa Yapicioglu belengazî dibare. Rewşeke kambax e. Mirov encex ewqas dikare bikeve. Ketiye nav komeke ku hebûna wî qebûl nakin. Piştre jî behsa heq û heqaniyetê dike. Dewlet hemû polîtîkayên xwe yên qirêj û taybet bi wî dide kirin û ew jî belengaz belengaz wan pîroz dike. Di dîrokê de kêm bûyeran bi qasî vî wêneyî darbe li kurbûnê xistiye. Kêm bûyer hene ku kurdbûn ewqas bêqîmet hiştiye. Lê baş e ku ew nûnertiya kurdan nakin. Baş e ku kurdîtî ji yekdestiya vê ferasetê derketiye. Baş e ku îro tevgera azadiya Kurdistanê heye. Baş e ku cîhan kurdan ne bi Huda-Par û Yapicioglu nas dike. Naxwe li cîhanê tu qîmet û qedrê kurdbûnê nedima.

Ew wêne, wêneyên faşîzmê ne. Faşîzm hez ji şovê dike. Faşîzm dixwaze di dema herî lewaz de jî xwe xurt nîşan bide. Faşîzm her çiqasî hebûna gel û baweriyên cuda nepejirîne jî xayîn û xwefiroşan ligel xwe digire. Adolf Eîchman ê xwediyê projeya jicihkirina cihûyan di dadgehê de dianî ziman ku hevalên wî yên cihû jî hebûn (gelek caran faşîst ên tirk dibêjin ‘hevalên me yên kurd jî hene. Yapicioglu jî hevalê Bahçelî yê kurd e). Ango dixwest bêje pirsgirêka wî bi cihûyan re tune bû û cihûyan hez ji wî dikir. Lê heman Eîchman bi projeya pêşxistî re riya komkujiya bi milyonan cihûyan vekir.  Şefê berê yê karê hundir S.Soylu jî ji bo nûnerên gelê kurd digot, ‘kurd we naxwazin’. Soylu ji kê hez dikir û kê ji Soylu hez dikir? Huda Pariyan hez ji Soylu dikirin, lê xwedê dizane Soylu bi qasî gunehê xwe jî hez ji Huda-Parê nedikir. Meseleya faşîzmê ne hezkirin û qîmetdayîn e. Mesele bikaranîn e. Çiqas bi kêrî wan were ewqas hewceyî bi wan heye. Adolf Eichman jî bi qasî gunehê xwe ji cihûyan hez nedikir. Lê ew cihûyên behsa wan dike yên ku ji wî re bûne alîkar bûn.

Erdogan û hevalbendên wî wêneyê dawî yê faşîzmê kişandin. Êdî enî diyar û teqez bûn. Tifaq zelal bûn. Erdogan derdorên ku dê bi wan re bimeşe derxistin pêşberî raya giştî. Niha dor, dora tifaqa gel û baweriyên e. Dor, dora yekîtiya netewî ya kurd û tifaqa netewa demokratîk e.