12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wêne bûne hêmanên sûc

Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê der barê Zilan O. de bi îdiaya ku ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ lêpirsîn da destpêkirin. Lêpirsîn bi dawî bû û îdianame hat amadekirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê îdianame qebûl kir. Dozgeriyê di îdianameyê de der barê Zîlanê de ji 2 salan heta 5 salan cezayê hepsê xwest. Balkêşe ku dozgeriyê der barê du parvekirinên Zîlanê yên li ser medya dîjîtal de nirxandin kiriye û xwestiye ceza were zêdekirin.

Zîlan O., a ku fîgurek jina Zapatîsta û wêneyekî çekdarî yê jineke êzdî ku pitik li ber dilê wê ye li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kiriye. Dozgeriyê vî wêneyî wek sûc dîtiye. Dozgeriyê vî wêneyê ku ji aliyê Zîlanê ve hatiye parvekirin, wek wêneyekî ‘Rêxistina PKK û KCK’ê’ pênase kiriye û nirxandiye. Her wiha Zîlanê wêneyek jina êzidî ku zarok li ber dilê wê ye û çek di destê wê de ye ku parve kiriye jî wek jinek “PKK’yî” dîtiye û îdia kiriye ku ev wêne tundî û legaliyê dike.