Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê (NCDK-Swêd) bi daxuyaniyekê ragihand ku hevalê wan Edîp Akay koça dawî kiriye. NCDK-Swêd ji malbata Edîp Akay, gelê Kurdistanê û civaka kurd a li Swêdê re sersaxî xwest.
Di daxuyaniyê de qala keda Edîp Akay a ji bo doza gelê xwe hate kirin û hate gotin, “Heval Edîp (Edîp Akay) di sala 1965an de li navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê ji dayik bû. Ji zarokatiya xwe ve, dibistana bingehîn û ya navîn de hestên kurdewariyê mezin bû. Di hemû jiyana welêt de wek mirovekî welatparêz, Kurd û dildarê Kurdistanê tevgeriya. Piştî girtin û êşkence ya heval Edîp ku ji zindana Amedê hat berdan, di salên 90î de ji ber çavsoriya dijmin, neçar ma, welatê xwe terikand û li Swêdê bi cih bû. Hevalê Edîp jiyana bi rûmet li xerîbiyê jî dewam kir. Heta roja dawî dilsozê Serok Apo û şehîdan bû. Wek mamostê zimanê kurdî, bi sedan şagirt fêrî zimanê dayikê kirin. Li gel vî karê pîroz jî, mîna endamê NCDK (Navendên Civaka Demokratîk a Kurd) xebatên xwe pêk anîn û di xerca azadiya gelê xwe de cih girt û bû kevirê esasî. Heta nefesa xwe ya dawî, li gel tevgera azadiyê bû û xizmetkarê doza welatê xwe û di eniya siyasî de pêşengiya gelê xwe li bajarê Uppsalayê dewam kir. Di heman demê de, 8 salan ji partiya çep ya Swêdê, bû encumanê şaredariya Uppsala û xizmeta ya dîplomasiyê jî pêk anî. Heval Edip Akay bavê 2 zaroka bû û di temenek ciwan de ji nava me koça dawî kir.”
