4 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Welatparêzê kurd ê li Ewropa M. Emîn Armutlu jiyana xwe jidest da

Mehmet Emîn Armutluyê ku di dema cûntaya leşkerî ya li Tirkiyeyê de hatibû girtin û 20 sal di girtîgehê de ma, li Fransayê jiyana xwe ji dest da

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Mehmet Emîn Armutluyê ku temenê wî seriya 60 salî ye, ji ber nexweşiya dil ku ev demeke dirêj bû li Parîsê dijî, careke din emeliyat bû. Lêbelê, vê carê ew xilas nebû.

Armutlu ku ji navçeya Curnê Reş (Hîlvan) a Rihayê ye, di dema darbeya leşkerî ya di destpêka salên 1980’ê de hat girtin. Armûtlûyê ku rastî îşkenceyên giran hat 20 salên jiyana xwe di girtîgehê de derbas kir.

Armutluyê ku piştî ji girtîgehê mişaxî Ewropayê hat kirin, bi salan e li Fransayê dijiya.

Piştî xebatên burokratîk bi dawî bûn, tê payîn ku cenaze bişînin Rihayê.

Ji bo Armûtlû di 19’ê Gulanê de li Navenda Çanda Kurd a Parîsê wê sersaxî bê danîn.