Komîsyona Tespîtkirina mûçeya kêmtirîn bi sendîkayên karkeran û karmendan re li gel Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî civîna xwe ya 3yemîn di 23yê kanûnê de li dar xist. Piştî civînê mûçeya kêmtirîn a sala 2026an ji aliyê Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Vedat Işikan ve hat eşkerekirin. Mûçeya kêmtirîn ji sedî 27 hat zêdekirin û wekî 28 hezar û 75 TL hat diyarkirin.
Piştî eşkerekirina mûçeyê kêmtirîn welatî nerazîbûnê nîşan didin û dibêjin ku ev mûçe têra tiştekî nake.
Welatiyên Amedê ji ber mûçeya kêmtirîn ku wek 28 hezar lîre hat diyarkirin gilî û gazincên xwe anîn ziman û gotin: “Em nikarin kirêya xaniyên xwe bidin. Ev meaş têra kirêyekê nake. Eger têr dibînin bila siyasetmedar û kesên dewlemend bi vê mûçeyê debara xwe bikin.”
