Şaredariya Rişmîlê ya Mêrdînê ya AKPî dixwaze li gundê Zeytunayê projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) bixe meriyetê. Şêniyên gund ên li dijî projeyê derketin, makîneyên kar dan sekinandin. Welatiyên ku li pêşiya kemçeyan çalakiya rûniştinê li dar xistin, destûr nedan xebat bên destpêkirin. Cendirmeyên ku hatin herêmê destûr nedan ku welatî derbasî cihê ku xebatên GESê lê tê kirin bibin. Li qada ku gelek caran rageşî lê derdikeve şêniyên gund li pêşiya kemçeyan rûniştin û çalakiya xwe didomînin.
Welatiyê bi navê Mehmet Salih Akan ku ji Ajansa Mezopotaymayê re axivî da zanîn ku mezra gund ji ewil hatiye îstîmlaqkirin û dewrî xizîneyê hatiye kirin û got: “Tevahiya şêniyên gund karê ajalvaniyê dikin. Rêya me digirin û karê me tune dikin. Hem em hem jî ajalên me mexdûr dibin. Dê temamiya qadê bigirin û santralê ava bikin. Em dixwazin ev proje were betalkirin. Cihekî ku em pezê xwe lê biçêrînin nemaye. Nêzî 15-20 hezar pezê me heye. Tevek jî li vir diçêre. Heke ev santral were avakirin, wê demê em ê pezê xwe li ku biçêrînin?”
Zînê Ozengîn jî got ku derdora gundê wan veguherandine sîteya pîşesaziyê û wiha bertek nîşan da: “Gilêşê bajar anîn vê derê, pîşesaziya organîze jî anîn. Ev çi ji me dixwazin?”
Şêniyên gund gelek caran dirûşmên “Em betonê naxwazin” û “Îstîfa bike serok” berz kirin û çalakiya xwe didomînin.