Êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Çalakiya nobetê ya li dijî êrîşan di 8ê çileyê de hatiye destpêkirin jî di roja 24an de didome.
Ji bajarên Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê ji gelek welatî ji bo tev li berxwedana li Bendava Tişrînê bibin, bi rê ketin.
Ji roja çalakiya nobetê dest pê kiriye heta niha herî kêm 24 welatî di êrîşên Dewleta Tirk de hatin kuştin û 221 kes jî birîndar bûn.