Bi zêdebûna ambargoyên welatên Ewropayê li dijî Rûsyayê, Rûsyayê jî hin gavên ji bo bersivdayîna van ambargoyên li dijî welatê avêtin. Yek ji wan bersivên Rûsyayê jî serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn anîbû ziman û wiha gotibû: “Êdî em bi dolaran kar nakin û em ê gaza xwe bi rublê rûsî bifiroşin Ewropayê.”
Ji aliyekî din ve DYA’yê bang li welatên Asyayê yên ku gaza wan a xwezayî heye kir ku li şûna Rûsyayê ew bifiroşin welatên Ewropayê.
Rûsyayê gelek caran di mijara gaza xwezayî de gef li welatên Ewropayê yên ku hema bêje hemû gaza wan ji wî welatî tê, xwariye.
Tevî talukeyên bikaranîna enerjiya Nukleerî wiha xuyaye ku dê Welatên Ewropayê bêtir giraniya xwe bidin ser wê enerjiyê ji bo ku bê gaza xwezayî nemînin.
Her wiha Ingilîstanê jî dê heftiya pêşiya me plana xwe ya ji bo berfirehkirina çavkaniyên enerjiyê aşkera bike. Bi taybetî jî piştî ku serokê Rûsyayê bi rengekî fermî biryara firotina gaza xwezayî bi rubilên rûsî, imze kir.
Şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê û ambargoyên li ser Rûsyayê bandoreke mezin li ser hemû Ewropayê û gelek welatên din kir û hişt ku ew ji nû ve bifikirin ka dê çawa bikarin enerjiya ji bo elektrîk û germkirina malan bidest bixin.
Serokwezîrê Ingilîstanê Boris Johnson der barê plana welatê xwe ya ji bo enerjiye wiha got: ”Plan û stratîjiya me ya nû pişta xwe dide ser zêdekirina hilberîna herêmî ya bi riya enerjiya nukleerî û perwaneyên bayê Behrê da ku em bikaribin enerjiya xwe erzantir bidest bixin.”