Diyar e deshilata faşîst a AKP-MHP’ê di siyaseta şer û tecrîdê de dewam dike. Bi taybet piştî civîna NATO’yê tê dîtin ku dewleta tirk dixwaze dagirkeriya xwe li heremê berfireh bike. Di vê çarçoveyê de êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastina Medyayê dike. Li dijî vê plana dagirkeriyê jî hêza ku herî bi xurtî disekine û vala derdixe gerîlayên azadiya Kurdistanê ye.
Dewleta tirk bi dagirkirinê re li Efrîn, Serêkaniyê û Grêspî dest bi guhertina demografiyê kir. Li gel vê li dijî herêmê rojane di nav êrîşan de ye. Li dijî van êrîş û kiryaran hêzên ku qaşo xwe wek garantor bi nav dikin bêdeng in. Ev jî dide diyarkirin ku hêzên hegemon bi destê dewleta tirk li ser herêmê di nava plangeriyek berfireh de ne. Diyar e ku plangeriya heyî bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nesînordar e. Hewl didin ku heman planê li dijî başûrê Kurdistanê jî têxin meriyetê.
Dewleta tirk a dagirker çawa ku li rojavayê Kurdistanê bi komên çete re di nava hevkariyê de ye, li başûrê Kurdistanê jî bi PDK’ê re li dijî tevgera azadiyê û destkeftiyên gelê kurd di nava hevkariyek qirêj de ye. Di çarçoveya vê hevkariyê de ne tenê li dijî gerîlayên azadiyê li dijî welatparêz, rewşenbîr, siyasetmedar û çalakgerên kurd jî êrîşan pêk tîne û ger derfet bibîne wan şehîd dixîne. Herî dawî hefteya borî bi du balafirên biçek û bêmirov li heremê du êrîş pêk anîn. Di êrîşa li gundê Xelata yê bajaroka Çemankê welatiyê bi navê Alan Îsmîl şehîd û Haşim Şekir jî bi giranî birîndar bûn. Piştî vê bûyerê bi çend rojan balefirên artêşa tirk a dagirker li nêzî gundê Gelale yê navçeya Mawet a Silêmaniyê êrîşî wesayîtekê kir. Di vê êrîşê de jî 2 welatî şehîd bûn û 2 welatî jî birîndar bûn.
Xiyaneta mezin û giran
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku piraniya wê di destê PDK’ê de ye li hemberî van êrîşan bêdeng ma. Deshilata PDK’ê li ser axa Kurdistanê qetilkirina welatparêzên kurd dike qurbana berjewendiyên xwe. Ji bo li herêmê berjewendiyên xwe biparêze û desthilata herêmê ji destê wê neçe bi dijminê gelê kurd ê sedsalî re di nava hevkariyek qirêj û bê dawî de ye. Di encama vê hevkariyê de artêşa tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê li dijî keç û xortên ciwan ên vî gelî komkujiyan pêk tîne. Di şerê li Herêmên Parastina Medyayê de hevkariya PDK’ê ya bi artêşa dagirker re ne tenê di warê siyasî û leşkerî de karesateke mezin e, di warê exlaq, civak û nirxên welatparêziyê de jî xiyanetek mezin û giran e.
PDK rêyên derdikevin Herêmên Parastina Medyayê hemû girtine û li gelek deverên nêzî herêmê bi artêşa dagirker a tirk re bi cih bûye. Li van herêmên ku lê bi cih bûne alên PDK’ê hatine daliqandin, lê gelek caran bi dîmenan derket holê ku di van noqteyên ku qaşo hêzên PDK’ê lê dimînin bûne baregehên eskerên tirk. Eskerên artêşa dagirker ji van noqteyan êrîşî gerîlayên azadiyê dikin. Ji bo gerîla jî êrîş nekin xwe di bin navê hêzên PDK’ê de vedişêrin.
Sûdgirtina ji xiyanetê
Di vir de siyaseteke qirêj û durû heye. Ger gerîla li van nuqteyan bide wê rêvebiriya PDK’ê derkeve bibêje; “Gerîlayan li hêzên me da” ji xwe li geliyê Wertê ev kirin. Bombe bi pêşmergeyên ku bi artêşa tirk re hereket dikirin de teqandin û gotin ev êrîş ji aliyê gerîla ve hatiye kirin. Bi vê gotinê xwestin ji civaka kurd re bibêjin gerîla zarokên kurdan dikuje û bi vê hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re rewa nîşan bidin. Ji xwe dewleta tirk a dagirker ji destpêkê ve dixwaza di nava hêzên kurd de şer derkeve û ji vê jî serî li her cûre qirêjiyê dide. Di halê heyî de PDK bi sekn û siyaseta xwe ve ketiye vê xetê. Lê Tevgera Azadiyê tevî hemû nêzîkatiyên neyînî yên PDK’ê û rêveberiya wê jî bi awayekî aqilselîm tevdigere û ji bo di vî şerî de destê dijmin xurt neke nakeve xefikan. Lê divê civaka kurd bi taybet jî aliyên ku li ser siyaseta navneteweyî ya kurdistanî xwedî bandor in vê hevkariya û xiyaneta PDK’ê bibînin. Li dijî vê xiyanetê derketin ne erk û berpirsyariya Tevgera Azadiyê tenê ye. Divê hemû aliyên kurdistanî li dijî vê xiyanetê xwedî helwest bin.
Divê bê zanîn ku ji ber vê siyaseta qirêj a PDK’ê gelê kurd winda dike. Êdî herkes dizane ku PDK berjewendiyên xwe yên hizbî û malbatî xistiye pêşiya berjewendiyên netewî. Ji ber vê nêzîkatiya teng tekiliyên xwe bi hemû sazî, rêxistin û partiyên kurd re qut kiriye û bi tamamî entegreyî hêzên dagirker bûye. Li gorî berjewendiyên wan hereket dike. Herî zêde jî dewleta tirk ji vê lawaziya PDK’ê sûd werdigire.
Dawîanîna li dagirkeriyê
Dewleta tirk bi hemû saziyên xwe yên eskerî û îstixbarî xwe li başûrê Kurdistanê bi cih kiriye. Êdî PDK bi tena serê xwe nikare bibêje ji herêmên dagirkirî derkeve, ji xwe niyet û helwestek wê ya wisa jî nîne. Lê divê bê zanîn ku ger siyasetek hevbeş û xurt li dijî dagirkeriyê bê meşandin kurd dikarin dawî li dagirkeriya dewleta tirk bînin. Di halê heyî de hêza herî xurt û çalak a li dijî vê dagirkeriyê têdikoşe Tevgera Azadiya Kurdistanê û hêzên wê yên çekdarî ne.
Tevî hemû êrîşên bi teknîka herî dawî ya NATO’yê û çekên qedexekirî jî gerîlayên Azadiyê rê nadin ku artêşa dagirker li herêmê bi cih bibe. Çalakiyên bibandor ên gerîla, li herêmê artêşa ku bi kabîliyeta xwe ya eskerî pesnê xwe dide nava hev xistiye. Tevî derfetên kêm jî gerîlayên azadiyê nîşan didin ku mirov ger bixwaze dikare li her qadê li dijî dagirkeriyê çalak bibe.
Berjwendî û azadiya welat
Bêguman dijmin ji van çalakiyên bibandor ên gerîla encam derdixe û ji bo li dijî gerîla binketinê nejî hemû hêza xwe çi li welat çi jî li derveyî welat bi kar tîne. Divê hêzên kurdistanî jî ji bo berjewendiyên neteweyî ji vê berxwedanê encam derxin. Divê bê zanîn ku tenê bi parastina berjewendiyên hizbî welat azad nabe. Hêz û îradeya gerîlayan li dijî dijmin di qada şer de raber kiriye ji bo xwe bikin bingehek yekitî û tifaqê. Bi sekn û xebatek wisa dikarin bi temamî dawî li dagirkeriyê bînin. Naxwe neyarên gelê kurd ji bo hemû destkeftiyên wan ji dest bigirin wê bi hin êrîşên eskerî û helwestên siyasî sînordar nemînin. Divê gelê kurd di ferqa vê de be û li gorî wê li herêmê û li hebûna xwe xwedî derkeve.