24 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Welat avakarên bêked

Bala xwe bidinê, ên ku heta niha qet tiştek nekirine, ji mirîşka neyar re negotine kiş û li hember tu qeydek û bendek wan serî ranekirine bênavber dipeyîvin, an jî napeyîvin, dilewitînin. Ku mirov nizanibe yê bêje qey deh Kurdistan ava kirine, sed serxwebûn anîne, alên hezar çand û nasnameyên welatî gihîştandine asîman

Berê mirovan, kurdan di hin rewşan de digot, ji bo min filan filan tiştî nekiriye, zimanê min kin e. Eva hêjahiyeke çandî, mirovî, civakî û etîkî bû. Ziman tiştekî bêşerm ê ku hema bike leqeleq nebû. Yekîtiya ziman û raman, ziman û jiyan, ziman û xebatê hebû. Lewma dema ku ked û xebat tinebûya, digotin zimanê min kin e, nikarim bêjim. Herwiha di dema keysperestî û zimandirêjiyan de jî digotin zimanê wan li me dirêj bû. Me wiha û wiha nekir û zimanê xelkê li xwe dirêj kir. Ji ber ku dîsa ziman û kar û jiyan bi hev re bûn. Ziman ne wek aletekî cuda û neheqiyê, ne wek tiştekî ji jiyan û kedkariyê dûr bû. Xwedî qedr û qîmet, xwedî hebûna jiyanî bû.

Lê niha ne wilo ye. Bala xwe bidinê, ên ku heta niha qet tiştek nekirine, ji mirîşka neyar re negotine kiş û li hember tu qeydek û bendek wan serî ranekirine bênavber dipeyîvin, an jî napeyîvin, dilewitînin. Ku mirov nizanibe yê bêje qey deh Kurdistan ava kirine, sed serxwebûn anîne, alên hezar çand û nasnameyên welatî gihîştandine asîman,  lê Tevgera Azadiyê ne ew gav ne jî niha wan serkeftinên wan nedîtiye û bi ser de jî nehîştiye ku wan serkeftinên xwe bêhtir tacîdar bikin û bi neteweperweriya xwe ya ku xwedî tu heyîneke jiyanî nîn e, dinya alem bi kurdîtiyê bixemilînin!

Herçî qad û derfeta dîjîtal e, bûye wek sergoyê egoyên nexweş. Egoyên nexweş ên ku her yek ji wan Rustemê Zal û Îskenderê Mezin e û bi kilavyeyan bêhtir derfetên  xwexapandin û hev xapandinê dibînin.

Ên ku heta niha her cure şer û cengên giran ên li ser her bost axa vî welatî, tenê temaşe kirine, an temaşe jî nekirine; ji nîşkava dixwazin bibin serekvan û aktor û fermandar û şervan! Bi tiweetek, hema bi tiweetek temam e her tişt! Lê nizanin ku umrê tiweetan pir kurt e û ên bi tiweetan bên ê bi tiweetan jî biçin. Her wiha ew hêzên mezin ên ku carê carek dibêjin, dixwazin Kurdistaneke Serbixwe ava bikin jî ne bi tweetan bi artêş û organîzasyonan re dimeşin, li rewşa de facto dinhêrin û kar û projeyên xwe li gor wê birêve dibin, ne bi kes û komên ku hêzek wan a marjînal jî nîn e.

Tew cureyek din jî heye. Ew jî li hin deran alê dihejînin û bi egoyên gune ku hema dixwazin xwe nîşan bidin şovan dikin û helbet bi şovên di medyaya dîjîtal de rojê dagirkerekî têk dibin û welatekî rizgar dikin.

Xwedayo,  çi rehet e avakirina Kurdistanan. Çi zehf in Kurdistan, çi bilind in serxwebûn. Ev sed sal e me çima xwe li tewşê da kuştin û girtin! Qey xwîna me av, temenê me yê ku di  zîndanan da borî xwelî bû? Ne, way qehremanên welê hebûne ku bê ku destên xwe di ava sar û germ re bikin bi dehan welat ava kirine, dewletên serbixwe rêz kirine! Dinya hazir bûye ku hema xerîteyan biguherîne û Kurdistanan diyarî me bike! Me çawa nedît, me çilo fam nekir!

Îja ji bo ku serxwebûn ewqas zehf e, barê me jî girantir e. Tekoşeriya bêçek ya herî dijwar e. Bi aqilê sivik ê ku tim barê giran hiltîne nameşe. Bi jiberkirina gotin û çalakiyan bipêş ve naçe. Bi şovkeriyê mala xwe xerab dike. Lazim e pirsa: Tekoşeriya Bêçek çawa ye, tim li bîra mirov be û bersiva wê ne ji bo heyamek, ji bo her roj û her kêliyê zindî û tekoşer be.

Îja bersiva têkoşer çi ye? Ji ber ku ya pirsan dibe serweriyê bersivên rast in, bersivên ku bi xwe jî dimeşin, ditêkoşin û pirsan zêde dikin. Pirs bi pirs, bi aqilê ku ne sivik e û her tim ji aqilê yên li dijberê xwe dijwartir e dimeşin û heyaman diguherînin. Divê ew aqil tim bi me re be, tiştek din nikare bibe çare.