1 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Wekîlên PEyê piştgirî dan banga Rêberê Gelê Kurd

Wekîlên Parlamanta Ewropayê, der barê banga Rêberê Gelê Kurd û biryara agirbestê ya PKKê de daxuyanî dan û diyar kirin ku divê şert û mercên Rêber Apo bên başkirin û Ewropa zextê li Tirkiyeyê bike.

Komek wekîlên Parlamanta Ewropayê têkildarî banga Aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de û agirbesta ku PKKê di 1ê Adarê de îlan kir daxuyaniyek bi sernavê “Ji bo aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê banga piştgiriyê” parve kirin û bal kişandin ku ev banga dîrokî ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo aştî û demokrasiya hemû herêmê firsendeke girîng pêşkêş dike.

Berfirehiya daxuyaniya koma wekîlên PEyê bi vî rengî ye: “Ya ku divê niha were kirin, ji bo aştî û demokrasî bibe rastiyek, divê şert û mercên siyasî û hiqûqî bên avakirin. Vegera serweriya hiqûqê, berdana girtiyên siyasî, bidawîkirina tayînkirina qeyûman û rawestandina operasyonên leşkerî yên li derveyî sînor gavên girîng in ku pêwîstiya wan bi piştgiriya navneteweyî heye.

Em weke endamên Parlamenta Ewropayê bang li berpirsyarên li Tirkiyeyê dikin ku vê firsenda jiyanî ji dest bernedin û ji bo pêvajoyeke mayînde ya aştiyê gavên şênber biavêjin. Wekî din, em bang li Komîsyona Yekîtiya Ewropayê dikin ku rola xwe bilîze.

Abdullah Ocalan ji bo siberojeke demokratîk û aştiyane, ji bo muzakereyê berpirsyarî hilgirtiye ser milê xwe. Ocalan ê ku baweriya bi mîlyonan kurd bi dest xistiye, divê bi awayek azad danûstandinan bike û destûr bê dayîn ku tev li pêvajoyên siyasî bibe. Ji ber vê sedemê daxwaza me ji Komîsyona YEyê ew ku ji bo Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de bi rola xwe ya dîrokî rabe, di pêvajoya aştiyê de şert û mercên pêwîst pêşkêş bike.

Tevî ku PKKê agirbest ragihandibe jî, hêzên tirk êrîşên xwe yên li ser Herêma Kurdistana Îraqê didomînin. Nabe ku hinceteke maqûl ji bo êrîşên bi vî rengî hebe; ev êrîş encax pêşî li PKKê bigire ku ber bi rêya demokratîk ve biçin. Li şûna vê yekê pêwîstiya wan bi garantiyên ewlehiyê heye ku dê bihêle PKKê kongreyekê lidar bixe û rê bide endamên wê ku roleke nû ya sivîl bibînin.

Tu hincet ji êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîne. Ev êrîş li herêmê bêîstîkrariyê zêde dike û banga me ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ew e ku zextê li Tirkiyeyê bike da ku dawî li êrîşên li ser sînoran bîne.

Banga Abdullah Ocalan lêgerîna demokrasî û aştiyê ye. Ji bo aştiyeke mayînde rêyeke demokratîk pêwîst e. Kêmbûna demokrasiya Tirkiyeyê ji bo YEyê bûye sedema nîgeraniyê û em bang dikin ku divê Komîsyona YEyê di navbera têkiliyên YE-Tirkiyeyê û pêkanîna pîvanên demokratîk de têkiliyek çêbike.”

Îmzevan

Navê wekîlên Parlamenta Ewropayê yên ku daxuyanî îmze kirine bi vî rengî ne:

Leila CHAIBI, France, The Left

Andreas SCHIEDER, Austria, S&D

Leoluca ORLANDO, Italy, Greens/EFA

Per CLAUSEN, Denmark, The left

Damien CARÊME, France, The Left

Ana MIRANDA, Spain, Greens/EFA

Brando BENIFEI, Italy, S&D

Ozlem DEMIREL, Germany, The Left

Marina MESURE, France, The Left

Anthony SMITH, France, The Left

Irene MONTERO, Spain, The left

Hanna GEDIN, Sweden, The Left

Jonas SJÖSTEDT, Sweden, The Left

Isabel SERRA, Spain, The Left

Martin Schirdewan, Germany, The Left

Evin INCIR, Sweden, S&D

LI ANDERSSON, Finland, The Left

Erik MARQUARDT, Germany, Greens/EFA

Vicent MARZA, Spain, Greens/EFA

Rudi KENNES, Belgium, The Left

Rima HASSAN, France, The Left

Vladimir PREBILIČ, Slovenia, Greens/EFA

Jaume ASENS LLODRA, Spain, Greens/EFA

Krzysztof ŚMÍSZEK, Poland, S&D

Cristina GUARDA, Italy, Greens/EFA

Nikos PAPANDREOU, Greece, S&D

Pasquale TRIDICO, Italy, The Left

Estrella GALÁN, Spain, The Left

Irena JOVEVA, Slovenia, Renew