Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Êlihê Zeynep Odûncû bertek nîşanî jêbirina nivîsên bi kurdî da û bi boyaxa spreyê li ser dîwarê Walitiya Êlihê “Pêşî kurdî, pêşî ziman” nivîsand.
Zeynepê diyar kir ku ziman û çanda wan di bin êrişan de ye û got: “Zimanê me kurdî ye. Em ê her tim xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin. Hûn ê tu caran nikaribin ziman û çanda me tune bikin.”