12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wêjeya kurdî li ser çi ava dibe?

Dewra Xanî ya ku diviya me hêza kurdî bidaya ber zimanên din li dû ma. Êdî em dizanin û em pê qane bûne ku em jî “bi esl û binyad” in û dikarin “işqê ji xwe re bikin armanc”. Em êdî dizanin ku “enwaê milletan xwedan kitêb in”, lê Kurmanc jî tê de êdî ne “bê hesêb” in.
Dewra Celadet Bedirxan ya ku diviya bingehê wêjeyekê bihataya danîn jî li dû ma. Êdî em dizanin ku xwendeyên Kurdan dikarin li ser vî zimanî mîna naqqaşan bixebitin, dikarin ji tecrubeyên wêjeya cîhanî sûd bigirin; trajedî û mîtolojî û dram û polîsiye, her çi be jî, wê tecrubeya bîra hevpar bikin milkê zimanê xwe û pê wêjeyekê ava bikin. Sed sal berê ev nebûn, êdî hene. Bi fîşek û keleşan be jî, bi kerb û keseran be jî, êdî hene.
Armanca van gotinan ne bi tenê “slogan” e. Gava ku mirov hemû bûyer û kirûyên têkildar deyne ber hev, mirov rewşê jî baştir dibîne. Pîvana nirxandinên kêrhatî ev e. Dîroka Kurdan û dîroka zimanê wan û dîroka wêjeya wan, ji hevdu cuda nikarin werin nirxandin.
Kurdan li ber xwe da. Li hember zordestiyan, li hember gur û çeqelên ku li ser meytê wan civiyabûn, li hember talana axa wan û nirxên wan, li hember tirsa mirin û qirkirinê, li hember faîlî meçhûlan, li hember wendayiyan, li hember meytên li ber çeman avêtî, li kolanan bi rojan hiştî û di cemedankan de veşartî, di binê bodriman de şewitandî, di şikevtan de jahrkirî, gundên valakirî, bajarên kavilkirî, bi milyonan penaberên li çola dunyayê belavkirî, li hember xizaniya plankirî, li hember şerekî li ser wan hatiye ferzkirî, li ber xwe da.

Pêşengên wan xistin kîsên devgirtî û avêtin nava golan, xwende û zanayên wan mecbûrî mişextiyê kirin, yên girtin bi dar ve kirin, avêtin binê zindanan, canê wan dan ber jop û kehrebeyan, sûcên nedîtî xistin stuyê wan û cezayên giran li wan birrîn. Kesên xwedan xîret mecbûr man ku li ber xwe bidin, li hember zordestên xwedan şîddeta zalimane yên ku rehma Xwedê di dilê wan de nebû, şîddeteke meşrû bi kar anîn, lewre berxwedan jî şîddet e. Li ber xwe dan û man, wenda nebûn. Bîra wan hat hedimandin, milkê wan hat talankirin, çanda wan û zimanê wan hatin qedexekirin, navê wan hat qedexekirin, hebûna wan hat înkarkirin, lê Kurdan her li ber xwe da. Canên xwe dan, mal û milkê xwe dan, zarokên xwe dan, mirin dan ber çavên xwe, lê belê li ber xwe dan û ew agir geş kirin.

Ew dewr jî li dû ma, lewre êdî kes nikare bibêje ku Kurd nînin, dem û dewran guherî. Ew fedakarî, canfedayî, ew cangorîbûn, ew cehd û ew ked, hemû gihîşt armanca xwe ; gorên komel, tirbên bê nav, meytê bê kefen, êşa dilê wî kesê ku ji paş stuyî de lê dane, xwîna wî ya rijiyayî, dayika wî ya çav bi girî, rû bi qeremûşkan çiriyayî, vala neçû, wê ked û xîretê encamên zelal derxistin holê ku mirov divê pê serbilind be.
Di vê rewşê de, piştî van hemû bûyerên ku me bi kurtî hewl da ku bi bîr bînin, êdî milletekî yeman heye ku agir ji çavên wî difûre, doza wî li seranserê dunyayê tê naskirin, zimanekî wî heye, bîreke wî heye û axir wêjeyek jî li ser heye. Lewre Kurdan bîra xwe neavêt, bi xwe re anî, ji xwe re kir piştpal, ji xwe re kir star.

Ziman alava sereke ya wê bîrê ye ku wê bi xwe re tîne û bi xwe re digerrîne. Hingê wêjeya kurdî jî bi wî zimanê ku ji dûr hatiye, bi wê bîra ku pê re hatiye û li ser wê ava bûye. Wêjeya kurdî jî hingê şiklek an lingekî wê berxwedanê ye. Ji Xanî heta bi Celadet û Mûsa Anter û Erebê Şemo û Mahmûd Baksî û Mehmed Uzun ve. Hemû jî bi heman xemê ve rabûbûn. Mehmed Uzun, bû lingê dawîn yê vê berxwedanê, heta ku bingehekî xurt ji wêjeya kurdî re hate danîn. Uzun yê ku ziman jî kiribû lehengê sereke yê romanên xwe, tim digot “bi kurdî binivîsînin, hema çi be jî bi kurdî binivîsînin”.

Çawa Egîdê Xudo bi “Dê û Dêmarî” ve û Bavê Nazê bi “Stockholmê te çi dîtiye bêje” ve ji kana wêjeya rûsî vedixwar, çawa Mahmûd Baksî bi “Gundikê Dono” ve ji kana wêjeya tirkî vedixwar, Mehmed Uzun jî di heman demê de ji kana wêjeya ewropî vedixwar, lê hemûyan jî bi heman zimanî dinivîsand.
Piştî wan, êdî dewra berxwedana wêjeyî derbas bûye, êdî dewra xurtkirina wêjeyî ye. Ji ber wê ye ku eve ji bîst salan zêdetir e ku em her dibêjin ku “êdî hema çi be, em qîma xwe pê naynin”, lewre êdî nabe ku em qîma xwe bi wê “hema çi be” bînin. Wêjeyê, xwe li sînorên nava zimanan cerriband û qalikê xwe yê kevn şikand, xwe kir berhema çalakiyeke hevpar ya mirovahiyê. Piştî cerribandin û hewldanan, piştî berxwedanê, em êdî hatibûn ber deriyekî nû, qada afirandinê. Mafê me êdî nîne ku em “hema çi be” binivîsin.

Pêvajoya cerribandina wêjeyî di dewra nûjen de di ser xwendina wêjeya cîhanî re, lê belê di ber teqlîda wê re bi pêş ve ket. Bikaranîna zimanî carinan bêekl bû, carinan lê dilikumî, lingekî çîrokên me carinan seqet bû, lehengên me zêde îdeal bûn, yan jî zêde mazlûm bûn. Vê yekê, nayifiyek jî dida berhemên me. Teqlîda wêjeyên ku li ser bîrine din ava bûbû û heta radeyekê xwezayî bû, lê diviya êdî li eslê xwe vegeriyaya, li kana xwe, li qada xwe, li bîra xwe, li mala xwe vegeriyaya. Lewre, bi tenê li ser erda xwe karîbû bi pêş ve biketaya.
Keşfa wêjeya gelêrî aha di wê kêlîkê de dest pê kir. Wêjeya kurdî ya teqlîdî edî xitimî. Hewldanên nûkirin û nûjenkirina çîrokên gelêrî dest pê kir û ew qutbûyin bi vî awayî ve ji holê hate rakirin. Referans û fîgurên ku ji wêjeya gelêrî û ji çîrok û çîrçîrokên gelêrî dihat, bandora xwe êdî li ziman û çîrokên nû kir. Hûtên nû, pîrhebokên bi qerawat, cinnên mirovxwir hebûn. Wêjeya kurdî ya nûjen nikarîbû ji bîr bikiraya bê ji ku hatiye û diviya ji teqlîdê bi dûr biketaya. Kamiliya ku bi salan e ku em behs dikin, hingê bi vê rêyê ve karîbû bihataya bidestxistin.

Em behsa şikl û formên wêjeyî, çarîn û haîkuyan û surrealîzmê nakin, em behsa aforîzmayên sivik nakin, em behsa teknîkên vegotina roman û çîrokan nakin ku dunyayê hemû li dû xwe hiştin; me ew êdî dawerivandine. Wêjeya kurdî diviya li mirovên kurdî, li xaka kurdî, li jiyan û mekanên kurdî vegeriyaya, yanî li haveynê xwe vegeriyaya. Bêekliya hin romanên me yên nûjen, aha ji ber vê ye. Hejar û dewlemend, baş û xerab, rast û xelet, çê û neçê, diviya wêjeya me li rewşên mirovên me bi xwe vegeriyaya.

Ziman kemilî, şikl û form kemilîn, kurdiyê ev hemû nas kirin. Divê êdî dîtîn û çavdêriyên nava berheman jî biguherin, lewre heta ku ew jî nekemilin, kûrahiya ku ji wêjeya nûjen tê hêvîkirin, dê qet nikaribe were peydakirin. Lewre, wêje êdî ne bi tenê vegotina çîrokan e. Wêje “vebêjerî” ye jî, vebêjeriyeke bijarte ye, dil û gurçik wek yên şêran xurt, çav wek yên qertelan dûr, pençe wek yên pilingan bi derba kûr. Divê bixwîne, bibîne, bide ber hev û ser hev û axir bizane. Ew vebêjeriya kamil ya nûjen, dê rêya felata me nîşan bide.

Herçî vebêjeriya kamil e, ew berî hertiştî evdalê zimanê kurdî ye, ji ava wî vexwariye, milkê xwe baş nas dike; herweha şikl û formên wêjeya cîhanî jî baş dawerivandine; ji bilî vê, şêxê xem û êşa civaka xwe ye, bi mirovên civaka xwe re ketiye zindanan û agir berra laşê xwe daye, bi hejarên civaka xwe re li ser rêyên penaberiyê bi qaçaxî li qemyonan siwar bûye û heta ku bêhna genî ketiye laşê wî bi roj û şevan xwe li sînoran xistiye, di şêvereşan de li benda “pêjna lingên mêrxasan” maye, azara kuştiyan dîtiye, zarokên bêbavhiştî nas kirine û bi wan re li ber xwe ketiye, gûzan li cane xwe xistiye, li ber jina xwe hatiye tazîkirin û kurê wî li ber çavên wî bi dar ve kirine, tecawuzî zarokên wî kirine û keçên wî li bazaran firoştine. Ew ji rêyeke dûr, ji talan û kuştinan hatiye, mexdûr lê mexrûr. Divê êdî “şerha xemî dil” bike “fesane” û hemû çîrok û serboriya bindestan bi vê kamiliya xwe ve bike “beh-s-ane”.