Di wêjeyê de bikaranîna ziman an jî rola wêjeyê di pêşxistina ziman de: helbest, pexşan, stran, çîrok, roman, ceribandin, şano, sînema û hwd… Wêjehezên cîhanê bi sedan pirtûk li ser vê babetê bi zimanên xwe nivîsandine. Lê heta ji min were, ez ê bi kurtî bêjim û ez ê bi pirsan dest bi şîroveya xwe ya li ser vê mijarê bikim.
Gelo wêjevan hestên xwe çawa derbasî xwendevanên xwe dikin? Bi awayekî din bipirsim, ew çawa dikarin xwendevan û temeşevanên xwe bikin şirîkên hest û ramanên xwe? Pirseke din, zimanê berhemên wêjeyî pê tên nivîsandin û zimanê wêjeyê çi bandorê li hev dikin?
Ji bo bersiva van pirsan rast were dayîn, pêwîst e mirov pêşî li dema kesên berhemên wêjeyî dixwînin, temaşe dikin an jî guhdar dikin, li rewşa wan a derûnî binêre. Ya duyemîn; têgihîn, nêrîn, çavdêrî, awayê anîna ziman a xeyalan û bihêzbûna derbirînê hesab bike. Ya sêyemîn; bikaranîna zanîna ziman di berhemên wêjeyî de ye. Heke mirov van mercan hemû li ber çavan bigire û bi cih bîne, di nirxandina xwe de mirov dikare tabloyeke serkeftî pêşkêş bike.
Mirovan bi peydakirina deng û bi axaftinê re wêje jî peyda kir. Li wê serdemê li ba zimanê axaftina rojane, xwezeya lê dihizirîn ji bo bandora xwe lê bikin û dîtinên xwe bêjin, zimanê sêhrî peyda kirin. Ev xisûsiyêta vî zimanî, bû pêşengê zimanê wêjeyê.
Afirandina berhemên wêjeyî, tê wateya zindîkirina xeyalan. Bi cureyekî din bêjim, rastî û xeyal bi hev re di berhemên wêjeyî de ten bikaranîn. Ev e ya zimanê wêjeyî ji axaftina rojane cuda dike û ziman dike giyanê wêjeyê. Ev zimanê biaheng, kelecana nav xwendevan û temaşevanan dilivîne û bandoreke bihêz li wan dike. Heke livîn û kelecan di berhema wêjeyî de nebe, temenê wê jî tune ye û bandorê li mirovan neke. Ji bo vê, Platon di danasîna helbestê de, gotina zimanê sêhrî bi kar aniye. Ji vî zimanê ahenga dengan re, zimanê sêhrê hatiye gotin.
Ya girîng di nivîsandina hemû cureyên berhemên wêjeyî de, ne gotinên tevlihev û hevokên dirêj in, gotinên kurt û hevokên derûnî bandora xwe zêdetir li ser mirovan dihêlin.
Li gorî min heta ji wêjevanan were, divê peyvan baş hilbijêrin û wan baş di cihên pêwîst de bi cih bikin. Heke pêwîst be yekîtiya çend peyvan çêkin û piştre hevoka xwe saz bikin. Ji ber ku wêjevan hêza xwe ji ziman digirin, hevîr û hevîrtirşê wan jî ziman e. Ziman jî ji hêmanên wêjeyê hêz digire û bi destên wêjenivîsan digihîje hêza afirandina derbirînê. Berhemên bi vê zanînê bên nivîsandin li ku dera cîhanê hatibin nivîsandin jî ti ferq nîne, dê xwe bidin xwendin. Berhemên bi naverok, xeyal, bi formê afirandinê, bi coşa hûnandina tevna dengan tên nivîsandin, xwe demeke dirêj bi xwendevanan didin xwendin.
Li vê rêwîtiya temenê dirêj, heke bandora xwe li ser mirovan hiştibin, di vê serkeftinê de para bi hostatî, bikaranîna ziman pir mezin e. Berhemên wêjeyî bi xweşikkirina raman, hest, xeyal û zelaliya nêrînên wêjenivîsan, bêyî ku pasaport sînor nas bikin, xwe digihînin wêjehezên cîhanê. Wêjenivîsên hosta, xeyalan bi gelek cureyan dertînin pêş. Bi hostatiya hilbijartina gotinan bi lihevanîna bikaranîna ziman, rastî û xeyalên xwe di nav hev de baş distirên û piştre pêşkêş dikin. Ya van hemûyan werdigerîne derbirînê peyvok in. Yên nirxandina deng bi hostatî nîşan didin û bandora xwe li me dikin ew in.
Zimanê wêjeyî, zimanê hemû cîhanê ye. Wê demê tiştên berhemên wêjeyî hemdem dikin û dikin zimanê cîhanê hûnandina ziman e. Ji afirandinên di nav çalakiyên destpêka mirovan de cih girtî û heta roja me hatî, wêje ye û tişta afirandina wêjeyî hemdem dike û dike zimanê cîhanê, zanîna hûnandina ziman e.
Hûnandineke serkeftî bi gotinên xweşikkirî (estetîkkirî) dibe û divê her peyv di cihê xwe de were bicihkirin. Mirovan ev metod ji serdema pêşî ve bi kar aniye. Ji ber wê tê gotin, formê nivîsê yê pêşî ku mirovan nivîsandî, formê helbestê ye. Bi vî awayî bûyer bi kêm gotinan tê nivîsandin û ev jî bûye bingeha zimanê wêjeyê.
Berhema herî xweş û serkeftî ew e ku nivîskar bi kêm gotinan mebesta xwe anîbe ziman. Bêyî dirêjkirina mijarê divê bêjim ku ji serdema pêşî, heta serdema me, mirovan li derveyî zimanê têgihiştina rojane, zimanekî cuda afirandiye. Ev ziman berhemên wêjeyî dike malê cîhanê. Em dizanin tiştên berhemên wêjeyî ji wan pêk tên, hest û raman in. Tiştê yekem ê berhemên wêjeyî nemir dike jî, bi xweşikî bikaranîna ziman di hest û ramanan de ye.
Hestên mirov çiqas pir dibin bila bibin, ramanên mirov çiqas tûj û hêja dibin bila bibin, ya herî girîng bi zanîna ziman pêşkêşkirina wan hest û ramanan e. Bi kîjan zimanî were nivîsandin bila were nivîsandin, ji bo çi armancê dibe bila bibe, bi çi rêbazê dibe bila bibe, kîjan hest, raman, xisûsiyetên kîjan formî nîşan bide bila nîşan bide, tişta têgihiştina wêjeyê xweş dike û mirovan dilerizîne, ahenga dengan e. Wek mînak; bêhna meynoşên ji êvarê mayî, fermandarê artêşa xwe wenda kirî me ez. Lê ji bo rewşa xwe ya xirab ji xwendevanê xwe re bêjim, ez dikarim di helbesta xwe de welê binivîsim; Negirî dayê nelorîne, rondikên ziwa nebarîne. Em van gotinan dikarin di berhemên xwe de bi kar bînin.
Ev hevok li Ewropa yan li Kurdistanê hatibe nivîsandin, mirov dizane ku bi zimanê wêjeyî hatiye nivîsandin. Ji ber bi zimanê guvaştî hatine nivîsandin, mirov pirtir dihejîne. Ev ziman dibe navenda pêşxistina ziman û xeyalên mirovan. Ev ziman bi şêweyeke li guhên mirov xweş were, bi hevokên lihevkirina gotin û muzîkê tê gotin. Ji ber wê ye ku li hişê xwendevan û temeşevan tê nivîsandin û bandorê li zimanê wan jî dike.
Wêje, çanda zimanên civatan xweşik û dewlemend dike. Ziman, bi zimanê wêjevanan xweşiktir dibin, bêje zelal û gotin spehîtir dibin. Wêjevan bêje û gotinan bi kedeke mezin xweşik dikin di derhemên xwe de bi cih dikin û piştre pêşkêş dikin. Bi vî awayî hestên xwe derbasî temeşevan û xwendevanên xwe dikin û wan dikin şirîkên keser û şadiyên xwe.
Wêjevan dengan dikin stran û ramûsan. Carinan jî gotinan, dikin hawar, lorî û dikin rondikên çavan. Ev deng di hest û ruhê mirov de dibin mîna gul û striyên gulan. Berhemên wêjeyî, ne komkirina qelabalixa gotinên bêser û ber in. Wêjevan gotinan yekoyeko hildibjêrin û bi wijdan bi awayekî dadwarî wan di berhemên xwe de bi cih dikin.
Hostatiya wêjenivîsan ew e ku her tîpê, her peyvê û her hevokê li cihê guncav dizanin bi cih bikin. Ew dizanin bi peyvan, ronahiya pêşveçûnê di hişê temeşevan û xwendevanan de pêbixin. Rengvedana hest û ramanê, hilpekandina mantiqê û di nav ziman de afirandina ziman çêbikin. Ji nivîsarên berhemên wêjeyî, qabiliyeta hevoksazî û fêrbûna hilbijartina peyvan, hunera peyvan ji dil ji wan tê xwestin. Felsefa berhemên wêjeyî zanîna ziman e. Bi rêya ziman nivîskar xeyal û ramanên xwe derbasî mirovan dikin.
Di berhemên wêjeyî de form, deng, wate û peyama wêjeyî, di guhertina hest û baweriyên mirovan de dibe pira veguhartine. Nivîskarên berhemên wêjeyî, bi hevoksaziya xwe tixûbên di nav rastiya naveroka mijarê û awayê ragihandinê de radikin. Ev taybetmendiya zimanê berhemên wêjeyî, di giyanê civatê de bandoreke biqasî erdhejê çêdike. Raman, hest û têgihiştina civatê bi pêş ve dibe. Zimanê nivîskar û têgihiştina mirovên civatê bi hev re sîstemekê ava dikin.
