Bîra civakekê di peyvên wê û çîrokên wê û berhemên wê de ye ku hemû jî li ser zimên ava dibin. Herçî ziman e, ew ne bi tenê bi peyv an dengan ve reng werdigire. Zimanê civakê adetên wê ye, mîmariya wê ye, perwerdehiya wê ye, têkîliyên malbatî an êlî ye, ola wê ye, bîrdoziya wê ye, wêjeya wê ya gelêrî û ya nivîskî ye jî. Hingê heger mirov behsa zimanê civakekê bike, ew ziman ne bi tenê bi rêzimanan ve tê pîvan û bîra civakê û hemû şopên wê bîrê jî bi serê xwe ve her yek parçeyekî ji bîreke mezintir ava dikin. Di nava wê bîrê de, fîgurên hevpar hene ku dibin pêlikên naskirina xeyala her civakê.
Herçî wêje ye, di nava wan alavên bîrê de, ya herî zelal e û guherînên nava wê dikarin di warê hermonotîka deqan de bibin alava lêkolînên gellekî balkêş.
Weke hemû civakan, di civaka kurdî de jî pêşî wêjeya gelêrî şaxên xwe vedane, çîrok û efsane û destan û metelok û peyvên peşiyan ava kirine ku sembol û fîgurên nava wan dikarin li gorî herêman û li gorî dewrên cuda biguherin û guhertoyên balkêş bidin peydakirin. Ev çalakiya bîrê ya devkî û veguhestina berhemên wê ya nifş bi nifş, heta ku nivîs peyda bû û hat qada wêjeyê jî bi erkeke xweşkirina civatan ve dihat bikaranîn. Karê wêjeyê, hingê civakî bû, lê belê wêjeya nivîskî bi takekesî tê avakirin û dîsa bi takekesî tê xwendin.
Ji herêmekê ber bi herêmeke din ve çîrokek ji esl û feslê xwe bi dûr dikeve, diguhere û dibe tiştekî din. Taybetmendiyên leheng û mekan û bûyeran jî dikarin li gorî demên cuda bên guhertin. Ji ber wê ye ku çi gava ku em çîrokeke gelêrî dibihîsin, em dibêjin “li cem me jî heye, lê wekî din tê gotin” da ku em nîşan bidin ku ev çîrok bi hin guherînan ve jî tê zanîn. Carinan jî dijberê wê çêdibe û di nava çîrokên cuda de dikare xalên hevpar an şibandin jî diyar bibin ku em ji vê re dibêjin bandora çîrokan ya li hev. Di vê têkîliya navbera çîrokan de, figurine hevpar tên bikaranîn ku di nava çîrokan de erka kilîta sereke dilîzin.
Weke mînak, di çîroka gelêrî ya Mem û Zînê de, herdu lehengên vê evîna trajîk di nava lîstikeke keçên periyan de hevdu nas dikin. Digel ku di nava xelkê de weha tê bawerkirin ku Memî û Zînê hevdu di nava xewnê de nas kiriye jî, çîrok bi me dide fahmkirin ku naskirina wan a pêşîn ne xewn e, lê belê rastiyeke weha ye ku ew dibêjin qey xewn e. Delîla rastiya vê bûyerê jî guhertina gustîlan e.
Weke ku Michael Chyet jî di teza xwe ya doktorayê de mîna gellek kesan pirsiye, nasnameya Memî xwedan pirsgirêk bû û tim weke “yekî ji derve” an “yekî ne kurd” an jî “kurê mîrê mexribê” an “mîrzayê Yemenê” behsa wî tê kirin. Lê belê Mem bi kurdî dipeyive û bi qasî ku em dizanin zimanekî cuda di nava vê çîrokê de qet nebûye babeta guftugoyan. Hingê Mem kurd e û ji ber ku di dewreke weha de ev çîrok peyda bûye ku netewebûyin hê ne mîna îroj girîng bû, erebbûn an kurdbûna wî jî heta demeke nêzîk neketiye bala kesî. Tenê Ehmedê Xanî hem hêlên surrealîst û hem jî xumamiya ser nasnameya Memî ji holê rakirine û ev mesele zelal kiriye. Em fahm dikin ku ev çîrok ne mîna ya Derwêşê Evdî nû ye, lewre bikaranîna fîguran di çîrok û destanan de girîng e û têgihîştina wê civaka xwediya çîrokê ya li ser dunyayê jî dide destê me.
Derwêşê Evdî êzidî ye û ji bo êla xwe ya ku misilmanî ji xwe re kiriye nasname diçe şerê ereban û bi xayintî tê kuştin. Çîrok hem yekîtiya Kurdan û hem jî fedakariya neteweyî derdixe pêş, lê di ber re jî, fedakariya ji bo evînê jî nîşan dide. Di çîrokên kevn de kurdîtî ne ewqasî berbiçav e.
Çîroka Derwêş bi navê Derwêşe Evdî tê zanîn, lewre weke çîrokên din, lehengên jin pasîvîze hatine şayesandin û di biryaran de rola wan nîne. Di Siyabend û Xecê de jî weha ye û di Mem û Zînê de jî. Xecê xwe bi ser Siyabend de, di zinaran re diavêje, Zînê axir jahrê vedixwe, yanî di fînala çîrokê de be jî, axir biryarekê didin û hingê dibin leheng; lê, em heman biryardariyê li cem Edûlê nabînin ku hezkiriya Derwêş e. Belkî ji ber wê ye ku ev çîrok bêtir bi navê Derwêşê Evdî ve belav bûye.
Di çîroka Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan de jî kêm zêde heman temsîla jinê heye. Dîsa, em dizanin ku ev çîrok bi navê Binevşa Narîn û Cembeliyê Kurê Mîrê Hekaryan jî tê naskirin û navê lehenga jin jî li ser çîrokê heye. Di vê çîrokê de jî, eynî mîna Derwêşe Evdî, em danberheveke veşartî di nava kurdan û ereban û osmaniyan de dibînin; herweha em di ber vê çîrokê re danberhevekê di nava bindest û serdestan de jî dibînin. Lewre, Ehmedê pismamê Binevşê talibê wê ye û azmûna ku bavê Binevşê datîne ber wî bi serbilindî derbas dike. Hingê heq yê wî ye û Binevş jî ne li dij e. Ehmed mêrxasek e. Di çîrokê de neheqî li wî dibe. Lewre, digel ku bi ser dikeve jî çîrok wî weke yekî birîndar û nîvzilam dide nasandin, digel ku di şerrekî dijwar de li hember eşîrên ereb de bi ser dikeve. Lê belê, ji ber ku kurê Mîrê Hekaryan e, navê Cembelî li vê çîrokê dikin.
Cembelî ji pîrejinekê dibihîse ku keça Faris Begê gellekî xweşik e û hingê dide pey xeyala ku di serê xwe de çêkiriye; eynî mîna Memê ku dide pey xeyala Zînê. Çiqasî dişibe çîroka Mihemed û Fatima Salih Axa, ne weha? (Didome…)