Hevserokê berê yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Hecî Ehmedî (84) di encama xwînariya mejiyê de li bajarê Koln ê Elmanyayê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Hecî Ehmedî ê ji Urmiyeyê yek ji kesên ku di sala 2003an de pêşengî ji avakirina PJAKê re kir.
Hecî Ehmedî jiyana xwe ya siyasî ku li Yekîtiya Xwendevanên Kurd ku li Ewropayê hat avakirin da destpêkirin, li Parlamentoya Kurdistanê ya li sirgûnê, Hevserokatiya PJAKê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) domand. Hecî Ehmedî bi xebatên xwe tevkariyên mezin li yekîtiya neteweyî ya Kurd kir.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber wefata siyasetmedar Hacî Ehmedî ji gelê Kurdistanê, endamên KNKê, endam û sempatîzanên PJAKê û malbata Hacî Ehmedî re sersaxî xwest.
Peyama KNKê bi vî rengî ye:
“Xebera xembar û dilsoj a wefata Endamê Damezrêner ê KNK ê Birêz Hacî Ehmedî gihişte me û em bi vê yekê gelek xemgînin. Birêz Hacî Ehmedî, di sala 1964an de weke xwendekarekî Kurd hate Almanyayê. Wê demê bi navê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê tenê sazîyek Kurdan hebû. Birêz Hacî Ehmedî jî bû endamê wê Komeleyê û cihê xwe di nava xebata welatparêzî de girt. Paşê çû Çekoslovakya, xwendina xwe li wî welatî dewam kir. Li Pragê bi Serokê Şehîd Birêz Abdurrahman Qasimlo re bû heval û peyre jî bû endamê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDK-Î). Di despêka şoreşa Îranê de (1979an) bi Birêz Qasimlo re derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû û di destpêka şoreşa Rojhilatê Kurdistanê de cihê xwe girt û di nava HDK-Î de berpisyarî wergirt û bû berpisyarek aktîf. Paşê weke perspiryarekî karê derve yê HDK-Î dîsa derkete Ewropayê.
Li derveyî welat jî heta roja dawî ya jiyana xwe, bi temamî di xeta welatparêzî de xebatkarek çalak bû. Paşê bû endamê Parlameta Kurdistanê li Derveyî Welat (PKDW). Peyre jî bû endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û bû endamê damezrêner ê KNKê. Demeke dirêj bû endamê Konseya Rêveber a KNKê û heta dawiya emrê xwe weke emdamekî aktîf endametiya KNKê dewam kir. Di sala 2004an da weke endamekî damezrêner tevlî kongreya damezrandinê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bû û weke Serokê Giştî yê PJAKê hate hilbijartin.
Birêz Hacî Ehmedî, 26 sal in endamekî çalak ê KNKê ye û her wiha demeke dirêj endametiya Konseya Rêveber a KNKê jî kiriye. Di hemî kar, çalakî û civînên KNKê de weke endamekî serkêş amade bû. Bi taybetî di xebatên ji bo Rojhilatê Kurdistanê de xwedî cihekî diyar bû. Li ser şehadeta Jîna Emînî dema ku şoreş û serhildanên JIN-JIYAN-AZADÎ destpê kir, Heval Hacî Ehmedî bi wî halê xwe yê nexweş û bi wî temenê xwe ve, tevlî çalakiyan bû û di nava serhildanê de cihê xwe girt.
Wefata Heval Hacî Ehmedî ji bo me û ji bo hemî gelê me, ji bo şoreşa Kurdistanê, windayiyek mezin e. Em ji ber wefata Birêz Hacî Ehmedî gelek xemgînin, xemgîniya malbatê û dost û hevalên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxîyê didine hemî gelê Kurdistanê, endamên KNKê, endam û alîgirên PJAKê, xebatkarên şoreşê û malbata wî. Heval Hacî Ehmedî, bila çavên te di şûnde nemînin, em ê li ser şopa te bimeşin, em ê axîn û wesyetên te pêk bînin.”