Muzîkjenê Alman Konstantin Wecker ku bi nasnameya xwe ya anarşîst û antîfaşîst tê naskirin, peyamek bi dîmen weşand û diyar kir ku ew piştgiriyê dide pêvajoya aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd ve hatiye destpêkirin.
Wecker, got: “Weke hunermend û dijberekî şer ez ji dil piştgiriyê didim înîsiyatîfa Abdullah Ocalan û tevgera Kurd ku ji bo aştiyeke adilane ya li Tirkiyeyê dane destpêkirin. Dem dema pêvajoya aştî û demokratîkbûnê ya berfireh e. Ev pêvajo wê ji bo mirovên li Tirkiye û Kurdistanê jiyaneke hîn baş bi xwe re bîne. Ji bo vê jî pêwîstî bi wekheviya navbera civakan, piştevanî û edaletê heye. Divê em bi hev re bixebitin.”
Wecker, destnîşan kir ku pêwîstiya cîhanê bi aştiyeke bi lez heye û anî ziman ku şer, zilm, nijadperestî, serweriya mêr û talankirina xwezayê tenê bi aştiyê dikare bi dawî bibe.
Hunermend Wecker bal kişand ser “Manîfstoya li dijî şer” ku li gel xelatgira Nobelê ya wêjeyê nivîskar Elfriede Jelinek nivîsî û bi bîr xist ku wan ev metn ji bo piştgiriya bi Mihrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya 1’ê Îlona 2023’yan nivîsî û ev bang kir: “Werin em careke din hêviyê biafirînin û xwe ji şerên emperyal hemûyan vekişînin.”
Konstantin Wecker diyar kir ku ji bo çareseriyeke aştiyane û adil a gelê Kurd divê Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe û qedexeya li ser PKKê ya li Almanyayê bê rakirin. Wecker: “Hêvî jiyanê diafirîne, piştevanî sînoran nas nake” û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî kir.
Wecker, got ku Rojava ji bo Rojhilata Navîn dikare bibe civaka mînak a demokrasî û aştiyê.