Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê duh pêk hatin. Piştî bidawîbûna dengdayînê, heta berê sibehê hejmartina dengan dom kir. Her partiyek û tifaqê li gorî xwe encam diyar kirin û hema bêje şerek jî di vê babetê de çêbû.
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) Ahmed Yener jî nava şevê daxuyaniyek da û encama dengên ku ji sedî 91.93 hatine hejmartin, aşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya Ahmet Yener, ji bo serokomariyê R. Tayip Erdogan ji sedî 49.49, Kemal Kiliçdaroglu sedî 44.79 û Sînan Ogan jî sedî 5.29 deng wergirtin. Li gorî van encaman tu namzetan ji serokomariyê dengên têrker (sedî 50+1) negirtin. Encamên fermî hîn nehatine eşkerekirin, lê li gorî daxuyaniya YSK’ê ji bo hilbijartina serokomariyê wê tura duyemîn pêk were.
Li gorî plansaziya YSK’ê tura duyemîn wê 28’ê Gulanê roja yekşemê pêk werin. Di vê turê de du namzetên herî zêde deng wergirtine, ango Erdogan û Kiliçdaroglu wê bikevin pêşbirkê. Di encama tura duyemîn de şertê ji sedî 51 li ber çavan nayê girtin û kîjan namzet dengên zêde bigire, wê bibe serokomar.