7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd xwediyê taybetmediyekê ye. Ji ber ku ev roj tê wateya xwedîderketina li ked û mîrateya rojnamegerên jin ên di dîrokê de li berxwe dane û di rêya têkoşîna ji bo azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Loma gelekî girîng e ku em jî wekî rojnamegerên jin ên kurd li wate û armanca vê rojê xwedî derkevin.
7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd di heman demê de roja şehadeta rojnamegera nemir Gurbeteli Ersoz e. Gurbeteli tevî zext, zordestî û êrîşên dewletê jî tu carî dev ji pênûsa xwe berneda û çong dananî. Di vê oxirê de koça dawî kir. Li dû xwe têkoşîneke mayinde û bi rûmet hişt. Loma jî rojnamegerên jin ên kurd 7’ê Cotmehê wekî Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd hilbijartin û soza xwedîderketina li ked û têkoşîna jinên rojnameger ên mîna Gurbetelî dan.
Gurbeteli yekemîn Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya jin a li Tirkiyeyê bû. Jixwe jinên kurd di dîrokê de tim mohra xwe li bin serfketinên yekemîn xistine. Di rêya Gurbetelî de Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) jî di 7’ê Cotmeha 2023’yan de hat vekirin. Dîsa li Tirkiyeyê yekemîn komeleya rojnamegerên jin MKG ye. Ji bo xwedîderketina li mîrateya rojnamegerên jin ên kurd mîna Gurbeteli Ersoz, Şîlan Aras, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Nagîhan Akarsel rojnamegerên jin ên kurd MKG’ê vekirin.
Tevî hemû zext û zordestiyan de di rêya serkeftinên yekem de MKG’ê rêxistinbûyina rojnameger jin da ber xwe. Tenê nabe dengê rojnamegerên jin ên kurd di heman demê de dibe dengê hemû rojnamegerên jin ên li Rojhilata Navîn û cîhanê. Di bin banê MKG’ê de jinên rojnameger xwe pêş dixin, xwe bi rêxistin dikin, li qada rojnamegeriya navenda wê jin e atolyeyên rojnamegeriyê li dar dixe û jin li vir bi baweriya pêşketinê xwe perwerde dikin. Dîsa li ser medyaya dîjîtal binpêkirina mafên jinên rojnameger û neheqiyên li wan tên kirin, tên teşhîrkirin. Ji mehê carekê ji aliyê MKG’ê ve rapora mehane ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin tê amadekirin û bi raya giştî re tê parvekirin. Her wiha ji bo rojnamegerên jin ên ku di rêya têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bername tên lidarxistin. Ji bo rojnamegerên jin ên li zindanan name, pirtûk û qert tên şandin. Her wiha MKG dozên rojnamegerên jin ên girtî û yên tên darizandin jî dişopîne. Bi daxuyanî û çalakiyên tên lidarxistin peyama berdewamiya têkoşîna ji bo bilindkirina dengê rojnamegerên jin tê dayin.
Li dijî helwesta medyaya alîgir a di destê îktidara AKP-MHP’ê de ev xebatan mîna bersivekê ye. Ji ber ku îro li Kurdistan û Tirkiyeyê êrîş û zexteke sîstematîk a ji bo bêdengkirina çapemeniya azad heye loma jî girîngiya xebatên bi vî rengî jî hîn bêhtir derdikevin holê. Li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê rojnameger bi binpêkirina mafên giran rû bi rû dimînin û êrîşek li dijî azadî û nasnameya wan heye. Li dijî van êrîşan peyama berdewamiya têkoşîneke mayinde ya bi vî rengî jêneger e.
Di heman demê de jî ji bo li dijî zimanê zayendperest a medyaya alîgir alternatîfek bê avakirin rêxistinbûyina rojnamegerên jin di binê banê MKG, JINNEWS, JIN TV, Newaya Jin û saziyên wekî dinê yên jinan de gelekî girîng e. Zimanê zayendperest ê medyaya hawiz û alîgir dibe sedema rewakirina tundiya li ser jinan. Ev yek jî bandoreke neyînî li ser exlaqê civakê dike. Ev zimanê zayendperest têgeha namûsê tenê li ser bedena jinan dide meşandin û jinan tenê dike wekî objeyeke zayendî. Têkoşîna li hemberî zimanê zayendperest û zihniyeta baviksalarî ya di qada rojnamegeriyê û her qadên dinê ji bo jinan gelekî girîng e.
Rojnamegerên jin ên kurd di her serdemê de li berxwe dane û serî netewandine. Di serdema Rewşa Awarte de jî Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê hatibû avakirin û li dijî girtina gelek sazî û dezgehan wekî alternatîfeke berxwedanê xebat meşand. Di serdema platformê de jî li dijî aqilê konek ê mêr ê yekperest gelek kar û xebat hatin kirin. Rojnamegerên jin ên kurd di binê banê vê platformê de xwe bi rêxistin kirin.
Bi taybet ji ber ku rol û mîsyona jinan di qada çapemeniya azad de gelekî girîng e loma jî hîn zêdetir bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Jinên kurd ji ber ku polîtîkayên şer ên taybet ên sîstemê yên li bajarên Kurdistanê teşhîr dikin jî tên hedefgirtin. Herî dawî nûçegîhana JINNEWS’ê Rabîa Onver ji ber ku çeteyên li Colemêrgê yên fihuş û bikaranîna hişbirê li ser ciwanan ferz dikir, teşhîr kir loma bû hedef. Bi ser mala wê de hat girtin. Kesên ku sûc dikin nayên darizandin lê belê rojnamegerên ku kesên sûcdar teşhîr dikin li vî welatî dibin hedef. Ayşegul Akdogan a ku bavê wê AKP’yî, birayê wê jî serbazê dewletê ye bi kesên pê re ji aliyê dewletê ve tê parastin lê belê rojnamegerên ku polîtîkayên şerê taybet teşhîr dikin jî her tim dibin hedef.
Ji aliyekî dinê jî rojnamegerên jin ji bo parastina ziman û nasnameya gelê kurd jî li cihekî taybet disekinin. Rojnamegerên jin ên kurd di beşên kurdî yên ajans, rojname û televizyonan de dixebitin tevî êrîşan peywira xwe ya ragihandinê û parastina nasnameyê bi cih tînin. Loma em dikarin bêjin êrîş hem li dijî nasnameya rojnamegerên jin ên kurd tên kirin hem jî li dijî nasnemaya wan a jinbûnê tên kirin. Rojnamegerên jin ên kurd li dijî polîtîkayên pişaftinê jî li berxwe didin. Çimkî yek ji rêbazên polîtîkayên pişaftinê jî bi rêya medyayê pêk tê. Gelek caran Rojnameya Xwebûnê hatiye astengkirin dîsa beşa kurdî ya JINNEWS’ê, Ajansa Mezopotamyayê hatine astengkirin û bûne hedef.
Tevî hemû astengî û êrîşan jî wê rojnamegerên jin ên kurd qadên xwe neterikînin. Êrîş çiqas zêde bin wê berxwedan û têkoşîna bi salan jî ewqasî zêde be. Wê têkoşîna ji bo wateya 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd a ku ji bo rojnamegerên jin taybet e, dewam bike.