Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), di 16’ tirmehê 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî bi ruhê şehîdên meha tîrmehê li dar xistibû û rêveberiya xwe nû kiribû. Di kongreyê de ji bo hevserokatiya MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç û Semra Akkoç hatibûn hilbijartin. Em li MEBYA-DER’ê bi her du hevserokan re hatin gelhev û li ser xebatên wan axivîn. Herdu hevserokan ji rojnameya me re qala xebatên xwe kirin û gotin ku ew ê di demên pêş de xebatên xwe xurttir bikin û ji bo malbatan hemû bînin cem ew ê di demek nêzîk de konferansek li dar bixin.
Hevserok Semra Akkoç, diyar kir ku piştî kongreyê pê re dest bi xebatên xwe kirine û bi malbatan re hevdîtin pêk anîne û wiha got: “Armanca me ew e ku em herin cem malbatan û xemên xwe bi hev re parve bikin. Gelek rexneyên malbata ji sazî û rêveberan re hene. Gelek ji me jî di wan rojan de derbas bûne. Dema ku em diçin malbatan gelek kêfa wan tê. Bi kêfxweşiyeke mezin me pêşwazî dikin. Tişta ku ji destê me bê em ê jî bikin. Piştî serdanên malbatan em ê dest bi konferansê bikin û hemû malbatan li hev kom bikin. Di konferansê de dê herkes mafê axaftinê bigire û daxwazên xwe bîne ziman. Piştre jî planên me yên çûna navçeyan û gundan hene, em ê biçin mal bi mal bigerin û serdana malbatan bikin.”
Xurtkirina xebatan
Piştî Akkoç Mehmet Emîn Kiliç, der barê xebatên MEBYA-DER’ê de axivî. Kiliç, bi bîr xist ku meheke dest bi kar kirine û wiha got: “Di nava vê mehê de bêhtir em bi karên xwe yên fermî re eleqedar bûn. Di ber de em nesekinîn û hin karên din jî kirin. Em diçin serdanên malbatan dikin. Dema ku em diçin van serdanan dibînin ku di nava malbatan de şikestineke mezin heye. Em jî hewl didin ku xwe bigihînin hemû malbatan. Niha gelek malbat hene hejmarên wan li cem me hene, gelek jê hene em hê jî navnîşana wan nizanin. Em hewl didin xwe bigihînin van malbatan jî. Bi tenê armanca ew e ku em van malbatan hemû komî ser hev bikin û xebatên xwe xurt bikin.”
Kiliç, destnîşan kir ku bernameyekê dane pêşiya xwe û heta mehekê ew ê ji bo malbatan konferansek li dar bixin û ev tişt got: “Em ê hemû malbatan li hev kom bikin, ji wan bixwazin ku kêmasiyên me bînin ziman, li gora wê em ê jî kêmasiyên xwe sererast bikin. Me ev tişt bi gelek malbatan re parve kiriye, ew jî lidarxistina bernameyeke bi vî rengî gelek kêfxweş dibin.”
Serpêhatiyên malbatan
Di berdewama axaftina xwe de Kiliç, da zanîn ku di nava mehê de çûne navçeyên mîna Bismil û Farqînê û li nava malbatan geriyane û ev tişt anîn ziman: “Di navberê de malbatên me yên nû çêdibin, em diçin serdana wan. Pirsgirêka herî mezin di nava vê qadê de îhmalkirina hevdîna bi malbatan re ye. Dema ku cenazeyên şehîdan tê Saziya Tip a Edlî (ATK), malbat bi tenê diçin cenazeyên zarokên xwe dibin. Ev tişt li malbatan gelek bandor dike û wan diêşîne. Em di wê baweriyê de ne ku em dikarin bi malbatên xwe re alîkarî bikin heta ku em cenaze bigirin û bispêrin axê. Heta niha ji ber qelsbûna me dewleta tirk nahêle ji malbatan pêştir tu kes tevli merasîma cenazeyan bibe. Em van kiryaran rast nabînin, divê ku MEBYA-DER ji ber deriyê ATK’ê heta nava goristanan beşdarî merasîma cenazeyan bibe. Dema ku her malbateke tê li vir qala serpêhatiyên xwe dike romanek ji wan serpêhatiyan dertê. Dewlet bêrêzî li wan dike.”
Raporkirina rexneyan
Kiliç, destnîşan kir ku ji ber zextên siyasî astengî gelek in û wiha pêde çû: “Îro, tenê li navenda Amedê 5 hezar malbatên şehîdan hene. Rojê em dikarin serdana 3-4 malbatan bikin. Her roj mirov nikare here cem malbatan carna jî bernameyên cuda dertên û derfet rê nadin hinek tiştan. Armanca me ew e ku em li gora serdema borî hinek guhertinan bikin. Li taxan em bên cem hev û bi vî awayî jî em dixwazin malbatan bînin cem hev. Dema ku em xebatên bi vî rengî bikin dê hinek dilê malbatên me jî bikeve cih. Di civînê de jî em rexneyên li me bên kirin rapor bikin û li gora wê xwe biguherînin.”
Di dawiya axaftina xwe de jî Kiliç, bang kir: “Em gelek caran ji hev re dibêjin divê ku em li nirxên xwe xwedî derkevin û bibin nobedarên keda xwe. Ev tenê têr nake ku em bibêjin me kir, me xwîna xwe rijande bes e. Ger ku em nebin nobedarên keda xwe dê keda me hemû ji aliyê dijminan ve bê berhewakirin. Hêviya me jî ji malbatan ew e ku em hemû bi hev re li ked û têkoşîna xwe xwedî derbikevin. Di konferansê divê ku pirsên bi vî awayî dîwan ji xwe bike. Dema ku talep derketin gelek kesan gotin em tişteke bi vî awayî dixwazin. Weke ji 3-4 mehan carekê em konferanseke wiha dixwazin, bêguman em ê hewl bidin ku em bikin.”