Di meha hezîranê de partî û tevgerên mîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) Federasyona Komeleyên Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Med (MED TUHAD-FED), bi daxwaza rakirina tecrîdê û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xebateke hevpar meşandibûn û ber bi navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê meşek organîze kiribûn.
Li bakurê Kurdistanê meşekên hatibûn destpêkirin bi biryarên welatiyên herêmê hatibûn qedexekirin û destûr nehatibû dayîn ku kes ber bi Gemlîkê ve bimeşe. Heman biryar li bajarên Tirkiyeyê jî hatibû girtin û hatibû xwestin ku meşa ber bi Gemlîkê ve bi temamî bê astengkirin. Lê di 12’ê hezîranê de li Stenbol û Bûrsayê gel daketibû qadan û xwestibû ber bi Gemlîkê ve bimeşe.
Soylû û Erdogan hedef nîşan dabûn
Li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê, parlamenter û nûnerên partiyên siyasî yên piştgirî dabûn meşê jî di nav de polisan bi awayekî tund êrişî kesên ku meşiyan kiribûn û li gelek kesan dabûn. Di meşê de polisan êrîşî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî kiribû û wê xistibûn erdê. Aydenîz ku li dijî vê rewşê gelek bi hêrs bûbû xwe li dijî polisan parastibû û bertek nîşanî wan dabû.
Lê ev berteka Aydenîz zora Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Serokkomar Tayyîp Erdogan çûbû û wê kiribûn hedef. Piştî vê hedefnîşandinê daraza tirk ji xwe re wezîfe derxistibû û li dijî Aydenîz lêpirsîn dabû destpêkirin. Her wiha daraza tirk fezlekeya Aydenîz ji meclisê re şand û xwest ku destnedayîna wê bê rakirin. Serokê Meclisê Mûstafa Şentop ku bi fermana Erdogan dixebite pêvajoya ku daraza tirk dixwest li dijî Aydenîz da destpêkirin.
Her du komîsyona biryar rakirinê dan
Di vê çarçoveyê de di 6’ê tîrmehê de Komîsyona Amedekar ji bo rakirina destnedayîna Aydenîz li hev civiya. Rexmî ku parlamenterên HDP û CHP’ê li dij derketin jî bi dengên parlamenterên AKP, MHP, ÎYÎ Partiyê rakirina destnedayîna Aydenîz hat qebûlkirin. Komîsyonê derbarê mijarê de raporek amade kir û di 18’ê tîrmehê de pêşkêşî Komîsyona Têkel a ji Komîsyon Edalet û Komîsyona Destûra Bingehîn pêk tê kir.
Komîsyona Têkel di 26’ê tîrmehê de li hev civiya û rapora derbarê Aydenîz a ji aliyê Komîsyona Amdekar ve hatibû amadekirin û pêşkêşî wê hatibû kirin nirxand. Hejmareke zêde tev li komîsyonê bûn û parastina Aydenîz kirin. Di komîsyonê de li ser polîtîkayên AKP’ê yên li dijî kurdan di navbera parlamenterên HDP’ê û AKP’ê de nîqaşên tund hatin kirin. Parlamenterên HDP’ê di komîsyonê de cihêkariya ku li wan tê kirin bi bîr xistin û xwestin ku destnedayîna Aydenîz neyê rakirin.
Wê li benda cotmehê bin!
Lê weke Komîsyona Amedekar di Komîsyona Têkel de jî li dijî dengên HDP û CHP’ê bi dengê AKP, MHP, ÎYÎ Partiyê rakirina destnedayîna Aydenîz hat qebûlkirin. Bi vî awayî du astên pêvajoya destnedayîna Aydenîz bi dawî bûn. Ji niha şûn ve wê êdî ev pêvajoya li Lijneya Giştî ya Meclisê berdewam bike. Di meha cotmehê de wê meclis vebibe û wê demê wê fezlekeya rakirina destnedayîna Aydenîz li Lijneya Giştî ya Meclisê bê nirxandin.
Di Lijneya Giştî ya Meclisê de jî heke pêvajoya her du komîsyonan dubare bibe wê destnedayîna Aydenîz bi awawayekî fermê rakirin û wê rê li ber darizandina wê vebibe. Piştî vê pêvajoyê wê daraza tirk bikaribe ji ber daxuyaniyên ku daye û parastina wê ya li dijî polisên tirk Aydenîz bidarizîne.