12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê Înisiyatîfa Ereban bi rojeva tecrîdê li hev bicive

Înisiyatîfa Ereban a ji bo Azadiya Ocalan biryar da ku ji bo rewşa dawîn a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li hev bicive û daxuyaniyek bide çapemeniyê.

Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin. Ji 25’ê adara 2021’an ve agahî ji Ocalan nayê girtin. Serlêdanên ku malbat û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê dikin jî nayên bersivandin. Analîstvanê misrî û endamê Înisiyatîfa Ereban a ji bo Azadiya Ocalan Îlham El Milêcî, der barê tecrîda li ser Ocalan de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.

Milêcî, diyar kir ku bêdengiya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ya der barê rewşa Ocalan de biguman e. Milêcî, destnîşan kir ku li gor qanûnên mafên girtiyan ji mafê malbatan e ku bi awayekî asayî serdanê bikin da ku rewşa tenduristî û derûnî ya girtiyê xwe bizanibin û wiha got: “Ev rewş gelek metirsîdar e û ji ber wê divê hemû aliyên berpirs ên mafên mirovan ji bo ku zextê li dewleta tirk bikin, bikevin tevgerê û rê li ber serdanan vekin da ku rewşa rêber Abdullah Ocalan nas bikin.”

Di berdewamê de Milêcî, bang li hemû hêzên kurd û azadîxwazên cîhanê kir ku berê xwe bidin rêxistinên mirovî da ku zextê li dewleta tirk bikin ku rê bide parêzer û malbata Ocalan ku serdana wî bikin û rewşa wî bizanibin. Milêcî, da zanîn ku Însiyatîfa Ereban a ji bo Ocalan ji bo ku zextê li aliyên berpirs bike, bernameyek amade kiriye û ev agahî dan: “Wê pêşî daxuyaniyek ji bo raya giştî were dayîn ku tê de bi dehan rewşenbîr, siyasetmedar, parlamenter, rojnamevan û akademîsyenên ereb helwesta xwe ya li dijî tecrîda desthilata tirk a li ser Ocalan nîşan bidin.”

Her wiha Milêcî, agahî da ku wê roja şemiyê dê komcivîneke diyalogê ya bi navê “Ocalan: tecrîdeke tund, bêdengiyeke navneteweyî û bangên mirovî” ji aliyê însiyatîfê ve bê lidarxistin û ev tişt gotin: “Dê gelek nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar  bi rêya bernameya Zoomê tê de beşdar bin û tê de 3 xalên sereke; sedemên tecrîda li ser rêber Ocalan, bêdengiya navneteweyî ya biguman û têkbirina tecrîdê ji aliyê qanûnî û mirovî ve bên nirxandin.”

Milêcî got ku bêdengiya navneteweyî ya biguman li gor berjewendiyên rêjîma tirk a dagirker e û ev yek jî durûtiya civata navneteweyî nîşan dide.