Nobetên Edaletê yên malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazê wan hatine şewitandin li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê dabûn destpêkirin didomin. Malbatên girtiyan, piştî ku meclis vebû berê xwe dan Enqereyê û daxwazên xwe li Enqereyê bi partiyên siyasî re parve kirin. Di vê çarçoveyê de Hevserokê TÛAY-DER’a Amedê Mehmet Gunduz û Hevseroka TUHAY-DER’a Wanê Edîbe Batûr û ji Amedê 2 dayik, ji Îzmîrê 2 dayik, ji Stenbolê 2 dayik û ji Wanê jî 3 dayikên girtiyan tev li hevdîtinên bi partiyan re bûn.
Malbatên girtiyan, destpêkê bi HDP’ê re hevdîtin pêk anîn û daxwazên xwe bi nameyekê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan re parve kirin. Piştre malbatan li navendên wan ên giştî bi DEVA, Partiya Gelecek û Saadetê re jî hevdîtin kirin. Malbatan daxwazên xwe bi nameyekê ji van partiyan re jî ragihandin û ji partiyan xwestin ku rewşa girtiyên neşxweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bînin rojevê û ji bo berdana wan zextê li desthilata AKP’ê bikin. Tevî ku malbat xwest bi CHP’ê re jî hevdîtin bikin CHP’ê xwe neda ber vê yekê û daxwaza hevdîtinê ya malbatan qebûl nekir. Ji ber helwesta wan a der barê girtiyan de malbatan ji AKP, MHP û ÎYÎ Partiyê daxwaza hevdîtinê nekir.
Her wiha malbatan li Navenda Giştî ya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) bi rêveberên yekitiyê re jî hevdîtin kirin. Malbat ji navendên xwestin ku piştgiriya daxwazên wan bike û rewşa girtiyên nexweş di cih bişopîne û wan bîne rojevê. Her wiha malbatan ji Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) jî hevdîtin xwestin. Wê ev hevdîtin jî di 11’ê mehê de bi rêya parêzerên malbatan pêk were.
Li gorî agahiyên ku me ji malbatan girt, di rojên pêş de Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag der barê mijarê de bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û heyeteke pê re hevdîtin bike.