Sedema gelek gengeşî, arîşe û lêkdanên civakî yek jê wateya şaş û ya din jî vegotina şaş a der barê têgihan de ye. Heta ku vegotineke rast pêk neyê, têgihiştineke rast pêk nayê. Heke vegotin tune be, têhgihiştin jî tune ye. An na tu kes nizane ka kî li ku derê çi difikire, çi dixwaze yan dixwaze çi bibêje.
Di tevahiya gerdûnê ya yekpare de çi heyîn û heyberên ku hene bi hev re di têkiliyê de ne. Ji bo têgihiştina vê têkiliyê û rastiya wê, pêdivî bi watedarkirinê heye. Watedarkirin jî bi derbirîn û vegotinê pêkan dibe. Ev têkilî, hin caran bê navgîn û rasterê û hin caran jî nerasterê û binavgîn pêk tê. Di dijbêjîya (diyalektîka) vê têkiliyê de rastî ev e ku hemû heyîn û heyber, hem bandorê li hevdû dikin û hem jî ji hevdû bandorê digirin. Ji bo têgihiştina vê têkiliyê jî pêdîvî bi watedarkirina têgihan a rastîn heye. Ji bo têgihiştina watedarkirina têgihan a rastîn jî pêdîvî bi vegotineke rastîn heye.
Lêkolîn û dahûrandinên zanistî yên der barê têgihên ku bi hezaran sal di bîr, binhiş û hişmendiya mirovahiyê de bi cih bûne, rastiyeke din bi ber me dixin. Delîl û daneyên zanistî, gelek têgihên ku wekî dijwate û dijber hatine binavkirin jî vê yekê piştrast dikin ku gelek têgih, heyîn û heyberên dijwate, hem dijberê hev û hem jî temamkerê hev in. Wekî nimûne; başî û xerabî, tarîtî û ronahî, şer û aştî, dostanî û dijminahî û hwd. Hemû bi dijberê xwe tên nasîn û binavkirin. Heke yek ji wan tune be teqez a din jî tune ye. Her çiqas wekî dijberê hev werin dîtin û binavkirin jî ew tu caran bêyî hevdû pêkan nabin û nikarin hebûna xwe bêyî hevdû temam bikin.
Çi stêrk, gerstêrk û heyînên ku di valahiya fezayê de cih digirin; çi hebûnên ku li gor tevgera gerdûnê ya yekpare di nav kêşanê de ne û çi jî bûyer, karesat û lêqewmînên ku di bin sîwana asîman de li gor qanûna xwezayê pêk tên hemû bandorê li hevdû dikin. Bi kurtayî hemû tiştên heyî têkildarê hev in. Hin tişt jî li gor vê têkiliyê tên binavkirin û watedarkirin. Ji van tiştên heyî hin jê dijwate, hin jê dijber û hin jê jî temamkerê hev in. Ji van tiştên dijwate û dijber yek jê jiyan û ya din jî mirin e. Her çendî ku jiyan û mirin wekî du bûyerên dijwate û dijber bêne dîtin jî ew bi hev re pêk tên û hebûna xwe bi hev re dikudînin. Gava ku jiyan tune be mirin jî tune ye. Mirin bi jiyanê re diwelide û jiyan bi mirinê diqede. Tovê mirinê di jiyanê de veşartî ye; an ku mirin heya dawiya temenê heyînê candar bi jiyanê re dijî. Di encama lêkdanê de mirin bi ser dikeve û jiyan têk diçe yan jî bi dawî dibe.
Hemû têgihên ku rasterê dijberê hevdû ne, di nav lêkdanek misoger û misêwa de ne. Wateya tişt jî li gor vê dijberiyê tê dayîn. Ne pêkan e ku peyveke dijwate û têgiheke dijber bêyî dijberê xwe bi tena serê xwe pêk were. Ji bo wê; tu heyîn, heyber û têgihên dijwate nabe ku ew bêyî dijberê xwe were zanîn, nasîn û binavkirin. Bo nimûne; başî li gor xirabiyê, ronahî li gor tarîtiyê, mezinahî li gor biçûkatiyê, têrbûn li gor birçîbûnê, xweşî li gor nexweşiyê tê binavkirin
Hin heyîn, heyber û têgihên dijwate jî hene ku ne dijmin û ne jî dijberê hev in; bervajî wê, temamkerê hev in. Erd û asîman, şev û roj, mêyîtî û nêrîtî, jinîtî û mêrîtî û hwd. wisa ne. Di navbera wan de têkiliyeke erênî û temamker heye. Ango ne dijmin û ne jî dijberê hev in. Hebûna yekê dibe sedema hebûna ya din. Lê ev rêbaz her gav ji bo hemû tiştên din ne derbasdar e.
Hin heyîn, heyber û têgihên dijwate û dijber jî hene ku ew hem sînorê hevdû diyar dikin, hem jî ji hevdû re dijmin in; ji hev dixwin û hevdû têk dibin. Wekî mînak; şer û aştî du bûyerên wisa dijwate û dijber in. Ji ber ku wateya şer li gor aştiyê û wateya aştiyê jî li gor şer tê dayin, dijberê hev in û di navbera wan de lêkdaneke bivênevê û domdar heye. Di encama vê lêkdanê de yek zora yê din dibe yan jî yek li yê din dadigere. Ev rêbaz ji bo hemû dijberên din jî derbasdar e.
Hin heyin, heyber û têgih jî hene ku hem dijwate, hem dijber û hem jî temamkerê hev in. Hin taybetiyên mirov ên dijwate û dijber wisa ne. Başî û xirabî, wêrekî û newêrekî, camêrî û çikûsî, hevxemî û bêxemî, durustî û durûtî û hwd. dijberê hev in. Ji ber ku ev taybetî wateya dijberê xwe diyar dikin, dijwate; ji ber ku li dijî hev in dijberê hev; ji ber ku herdû jî bi hev re pêk tên temamkerê hev in. Lewre, yek ji wan tune be, ya din jî tune ye. Hemû taybetiyên mirovan ên erênî û neyînî wisa ne. Ev rêbaz jî ji bo hin tiştan derbasdar, ji bo hin tiştan ne derbasdar e.
Çi di têkiliyên kesane yên di navbera mirovan de dibe û çi jî di têkiliyên civakî yên di asta ragihandinê de dibe; vegotin xwediyê rol û risteke pir girîng e. Wateya têgihekê ya rastîn bi têgihiştineke rastîn; têgihiştinek rastîn jî encax bi vegoitineke rastîn mumkun dibe. Tiştê ku wate û watedarkirina têgihê hêsan û pêkan dike vegotina rastîn e. Vegotina rastîn, mirov ber bi têgihiştineke rastîn; têgihiştineke rastîn jî mirov rasterê ber bi rastînî, riya rast û heqîqetê ve dike.