Bi axaftina dara zeytûnê re hemû daran bi bersiveke têr û tijî ew guhdar kirin û ji wê rojê û şûnde her dem bi afirîneriya xwe derketin pêş û jiyana xwe bi kêfxweşî derbas kirin
Rojek ji rojên payîzê bû, hewa kêfxweş bû û roj nû hilatibû. Dengê çivîk, teyr û tûtiyan dihat. Li aliyekî xuşexuşa ava çemên daristanan dihat bihîstin û ji aliyên lawirên ku bi hemû cure û rengan ji xwe û çêlîkên xwe re xwarin kom dikirin bi rengorengo dihatin dîtin. Herwiha gelek darên bi cureyên cuda lê hebûn. Di nav van daran de dara zeytûnê bi reng û bedewbûna xwe libên xwe yên kesk hilgirtibûn ser çiq û baskên xwe, bi şînbûn û xweşikbûna xwe wek gula hemediyê ya rengîn xwe xemilandibû. Di navbera cîran û hogirên wê de her roj û şev gûftûgo û axaftin hebûn. Lê dara zeytûnê nizanibû ev tişt ji bo çi ye. Ji nişkan ve bi mezinbûna çiqên xwe, xwe rast kir û li hember wan sekinî û dest bi axaftinê kir û got: “Çi qewimiye cîranên min ku hûn her roj di nav axaftin û gûftûgoyeke kûr de ne?”
Darên ku bi hev re diaxivîn rawestiyan û bi hev ve nihêrîn û her yekê ji wan dest bi axaftina bi dara zeytûnê re kirin.
Dara hejîrê got: “Li cem min û darên hinar û sêvê pirsgirêkek heye û em dixwazin bi rêya gûftûgo û civînekê bigihijin encam û çareseriyekê, ji ber vê yekê em her roj bi rêya axaftin û gûftûgoyan li hev kom dibin û dest bi vegotinan dikin. Herwiha ev pirsgirêk di navbera gelek dar û daristanan de heye û berdewam e. Sedema vê gûftûgo û axaftinê ew e ku dar çima nikarin wek zindiyên din ên mîna ajal û mirovan tev bigerin, xwarin û vexwarina xwe bi destê xwe bi dest bixin. Hevalên me yên delal ma ne ev e?”
Dara hinarê bi xemgînî dest bi axaftina xwe kir û got: “Belê, çima em dar ne wek ajalan in ku nikarin azad tev bigerin û jiyana xwe bi azadî berdewam bikin?”
Dara sêvê got: “Ma giyanê me jî ne wek giyanê zindiyên din e? Ez her roj li kêvroşka ku mala wê li rex mala min e temaşe dikim û dinihêrim ku çawa diçe û zarokên xwe bi xwe re dibe da ku xwarinê ji wan re bi dest bixe.”
Piştî ku hemûyan axaftina xwe qedand dara zeytûnê bi rûkenî li wan nihêrî û got: “We hemûyan her tiştê xwe ji min re got û me hemûyan ev pirsgirêk zanî, lê hûn ê li min guhdar bikin û ez ê her tiştê li ba xwe û yên bi rêya tecrûbeyên çiq û libên xwe pêk hatine bi we re parve bikim.”
Zetûnê bêhneke kûr kişand û got: “Her tişt an her zindî di gerdûn û dinyayê de xwedî wate, rist û girîngiyekê ye. Hûn dizanin ku ew zindiyên ku hûn qala wan dikin û dibêjin ku ew dikarin bilivin û tev bigerin û xwarina xwe bi rêya tevgera xwe bi dest bixin çiqas tengasiyan di tevgera xwe ya rojane ya ku ji bo bidestxistina xwarin û vexwarina xwe de dikişînin û rojane çiqas diwestin ji bo ku piçek nanî ji xwe û ji wan ên ku ji wan çêbûne bi dest bixin. Hinek ajalên wek kêvroşkan ji bo ku ji ajalên bi hov ên mîna şêran di dema ger û tevgera xwe ya rojane de dibin taştê. Gelek mirov hene belengaz û feqîr in ku xweziya xwe bi me daran tînin. Lê belê em bi awayekî rojane xwarin û vexwarina xwe ji xweza û rojê bi dest dixin, bêyî ku em biwestin an jî rastê tu astengî û tengasiyan bên. Herwiha em jî sûd û xweşikbûnê bi rêya pel û fêkiyên xwe didin xweza û zindiyên din ên ku em sûdê jê werdigirin. Zindiyên xwedî wate û xwedî rewşên girîng in dema ku sûdê didin xweza û cîhanê di heman demê de jê sûdê werdigirin. Anku her zindî û her tişt di cîhanê de xwedî wateyeke kûr û bêdawî ye.”
Bi axaftina dara zeytûnê re hemû daran bi bersiveke têr û tijî ew guhdar kirin û ji wê rojê û şûnde her dem bi afirîneriya xwe derketin pêş û jiyana xwe bi kêfxweşî derbas kirin.