Mele dibêje: Elîf. Feqî dibêje: – Elîf. Mele dibêje: Bê. Feqî dibêje: – Seyda livir raweste. Mele dibêje: Çima rawestim? Feqî dibêje: Pêşî ji min re wateya elîfê bibêje. Paşê bibêje bê.
Dibê lawik çû cem mele ji bo feqîtiyê. Mele dersa elîfbêtkê dide lawik.
Mele dersa wî dide, dibêje: Ez bibêjim çi tu jî li pey min bibêje. Jibo ku tu hîn bibî.
Feqî li pey dibêje: Temam seyda tu bêjî çi ez ê jî wî bibêjim.
Mele dibêje: Elîf. Feqî dibêje: – Elîf. Mele dibêje: Bê. Feqî dibêje: – Seyda livir raweste. Mele dibêje: Çima rawestim? Feqî dibêje: Pêşî ji min re wateya elîfê bibêje. Paşê bibêje bê.
Mele şîmaqê (Sîleyekê) li lawik dixe. Lawik radibe rast diçe malê. Bavê wî dibêje: Kurê min çi bû tu çima zû hatî?
Dibêje: Bavo ez naçim cem vî meleyî.
Bavê wî dibêje: Çima naçî cem mele?
Dibêje: Bavo mele nizane dersê bide. Îja li min xist.
Bavê wî dibêje: Çawa mele nizane dersê bide? Qey tu nehewiyayî loma
lite xistiye.
Dibêje: Mele ji min re got ‘’ elîf ‘’
Min jî got’’ elîf’’
Mele got ‘’ bê ‘’
Min jî got ‘’ seyda pêşî wateya elîfê bibêje ez hîn bibim. Paşê bibêje bê. ‘’
Mele şîrmaq li min xist. Ez jî hatim malê.
Lawik biçûke lê pir jîr e. Dem û zeman derbas dibin.
Lawik mezin dibe, dibe mêr.
Rojekî li çolê kûçikekî dikuje. Kûçik vedişêre. Li ser gorê çêdike. Û konekî li ser vedigre.
Kî diçe dipirse dibêje: Ev gora kê ye? Lawik dibêje: Gora filankesê ye. Seqet tên ser saxlem diçin. Tawî tên ser piştrast diçin malê.
Nav û dengê ziyaretê belav dibe. Lawik li kêleka gorê xaniyekî çêdike û mala xwe dibe dike xanî.
Jin û pîr diçin ser û li ciyan qala ziyaretê dikin.
Dibêjin: Bûkên herin ser ziyaretê bedena wan têr dibe. Qîzên herin
Wir miradê wan diçe serî.
Ew meleyê ku dersa wî dabû û ji bo elîfê lêxistibû. Ew mele jî bawî û tawî dibe. Ji zarokên xwe re dibêje: Min bibin ser filan ziyaretê. Wî li ser cila kerê girêdidin û diçin ser ziyaretê.
Lawik mele nas dike. Ji wan dipirse dibêje: Seyda tu bixêr hatî. Xwedê şîfaya xêrê bide te.
Mele dibêje: Tu çawa zanî ez seyda me?
Lawik dibêje: Ji şaşika te tê fêmkirin.
Mele dibêje: Heyra ez li vî welatî mezin bûm ez bi ziyareta hanê
nehesiyam. Gelo ev kîja alimê dostê xwedê ye?
Lawik dibeje: Seyda were em gora wî vekin mêzekin ka kî ye tê de?
Mele dibêje: Em çawa gora wî zatî vedikin. Wê li mexe. Çavê me kor bike.
Tu şaş bûyî çawa gora wî vedikî?
Lawik dibeje: Seyda xwediyê gorê xwedê ye, lê dibê ez im. Were ez vedikim tu jî lê mêzeke ka kî ye?
Bizor mele dibe ser gorê. Gorê dikolin vedikin. Potê lê lefandî diçirîne.
Ji mele re dibêje: Ev beratê çi ye?
Mele dibêje: Wele beratê kûçike.
Lawik dibêje: Seyda ziyaret ez im. Ez ziyaretim. Tê bîra te. Ez hatim cem
te dersa erebî. Te got ‘’ elîf’’
Min got ‘’ elîf’’
Te got ‘’ bê ‘’
Min got ‘’ Seyda wateya elîfê bibêje ez hîn bibim. Hêna bibêje bê’’
Te şîrmaq li min xist. Ez çûm min dev ji xwendinê berda. Ez ew feqiyê te me. Ziyaret jî ez im.